Di mijdarê de 9 rojnameger hatin cezakirin 2018-12-05 11:07:40   AMED - Însiyatîfa Rojnamegerên Azad, rapora meha Mijdarê ya binpêkirina mafên rojnamegeran aşkere kir û diyar kir ku di Mijdarê de 9 rojnameger hatin binçavkirin, 2 rojnameger hatin girtin û 9 rojnameger jî hatin cezakirin.    Însîyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), rapora meha Mijdarê ya binpêkirina mafên rojnamegeran bi raya giştî re parve kir. ÎRA, rapor bi daxuyaniyek nivîskî parve kir û wiha got: "Zext, tundî, sansur û astengiyên li dijî çapemeniyê weke her carê di meha mijdarê de kêm nebû. Rojnameger hatin astengkirin, hatin binçavkirin û girtin, Ji ber nûçe şopandin û parve kirin hatin cezakirin. Rojnamegerên li şûna nûçeyan bişopînin, ji ber doz li wan hatin vekirin salonên dadgehan vala nehiştin. Rojnamegerên ku karê wan agahiyan kom bikin û bi raya giştî re parve bikin û civakê ji her tiştî agahdar bikin, ji ber parvekirina nûçeyan doz li wan hatin vekirin û hatin cezakirin. Di meha mijdarê de jî darizandin û cezakirina Rojnamegeran kêm nebû. Darizandin û cezakirina rojnamegeran a meha mijdarê karne û wêneyê azadiya ramanê û îfadeyê ya Tirkiye nîşan dide. Diza tabloya azadiya çapemeniyê nîşanî me dide."    Li gorî raporê tabloya meha mijdarê wiha ye:    * Bi giştî 173 rojnameger girtî ne   *9 rojnameger hatin binçavkirin    *2 rojnameger hatin girtin    *10 rojnameger hatin darizandin   * 1 kovar rastî serdegirtina polîsan hat    * 2 rojnameger doz li wan hatin vekirin.    * 9 rojnameger hatin cezakirin. (Li 1 rojnamegerî 10 TL cezayê pereyan, li 8 rojnamegeran jî rastî 15 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hatin.)