Li Amed û Colemêrgê rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin 2018-12-05 11:00:47   AMED / COLEMÊRG - Li Amed û Colemêrgê di serdegirtinên malan de gelek rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin.    Li dijî rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêla binçavkirinê didome. Li navçeyên navendî yên Amedê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Piştî lêgerîna li malan polîsan Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Rezanê Necmettîn Burakmak, Hevserokê HDP’a navçeya Yenîşehîrê Vahap Gunay, Hevserokê Rêxistina HDP’a navçeya Peyasê Haluk Eyupoglu, Hevserokê DBP’a navçeya Rezanê Alî Alkan, rêveberê DBP’ê Ramazan Ungur, rêveberên HDP’ê Osman Don û Saît Demîr binçav kir.    Hêceta binçavkirina rêveberên HDP’ê û DBP’ê nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Hat zanîn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.     Rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên hatin binçavkirin di 17-18’ê mijdarê de ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ketibûn greva birçîbûnê.     Li Colemêrgê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û 8 kesên ji bo piştgirtiya çalakiya Leyla Guven ketibûn greva birçîbûnê binçav kirin. Di serdegirtina malan de Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Colemêrgê Zeynep Kaya, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Colemêrgê Nuriye Aktaş, Hevserokê Rêxistina DBP’a Navçeya Geverê Nevzat Kaya û rêveberên partiyan Şehrîban Acar, Keskîn Erol, Recep Aktaş, Necîp Coşkun û Nurettîn Atsiz hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê.