ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2018'AN 2018-12-05 09:00:00   *Jina bi navê Yazi Mela Îsa tenê xwe bi karên di nava malê de sînordar nake û bi xebitandina alavên dîrokî balê dikşîne ser xwe. Yaziyayê ya li Gundê Şûniyê dijî, bi mîrkut genim dikute û keda destan li ser piyan dihêle. Yaziyayê wiha dibêje:"Dema ku ez alavên dîrokî yên wekî hawan, destar, cûnî bi kar tînim zarokatiya min tê bîramin. Divê alavên xwe yên dîrokî em biparêzin da ku em çanda xwe ji bîr nekin." DÎMEN HEYE   *Endma OHP'ê Parêzer Dilan Kunt Ayan anî ziman ku mafên jinan ên ku hatine bidestxistin divê tenê li ser qaxizê nemînin û got ku ji bo ev mafana têkeve meriyetê divê hewl bê dayin. DÎMEN HEYE   *Parêzer Cennet Ceyda Boga zarokên ku li girtîgehan bi dayika xwe re dimînin û jinên ku dicanî ne bi bîr xist, got ku di bedêla hepiskirinê de divê alternatîf bên pêşxistin û ev tişt got: "An divê berdana bi şert û cezayê bi kefaletê tê dayîn bê astengkirin û an jî divê xebatên rehabîlîtkekirinê di civakê de bên zêdkirin."   *Kevirên Parke ku li Taxa Cûdî ya Cizîrê li kolana Gulenê hatin raxistin, li aliyê şaredariya ku qeyûm tayînî wê hat kirin ve hatin rakirin. Welatî ji ber barana ku bariya û herî çêbû bi dîwarên kêleka kolanê digirin û derbas dibin. DÎMEN HEYE   *Şilan Aslan a ku 22 salî ye ji bo bibe keyeyê Gundê Pulumurê yê Ovacika Dêrsimê karê ji bo sêrîlêdanê da destpêkirin. Şîlanê bang li jinan kir û got:"Divê em jin berê jixwe bawer bikin. Dema em vê yekê bizanibin û em wiha tev bigerin em ê mecbûrî tu kesî nemînin."DÎMEN HEYE   *Hat diyarkirin ku li Mîksê darên guzan yên ku tê gotin li dora 200 salan e hebûn û ji aliyê şaredariya DBP'ê ve dihatin parastin piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê hatin kirin ji ber ku nehatin parastin hatine birîn.