Meclîsa Efrînê ya li Şehbayê bi daxuyaniyeke êriş û dagirkerî şermezar kir 2018-12-04 17:22:19   ŞEHBA - Meclîsa Efrînê ya li Şehbayê bi daxuyaniyekê êrişên Dewleta Tirk  û Komên girêdayî wê şermezar kir. Daxuyanî li navçeya Ehrezê ya Efrînê hat dayin. Endama Meclîsa Efrînê Robarî Xelîl daxuyanî xwend.    Meclîsa Efrînê ya li Şehbayê bi daxuyaniyekê êrişên Dewleta Tirk  û Komên girêdayî wê şermezar kir. Daxuyanî li navçeya Ehrezê ya Efrînê hat dayin. Endama Meclîsa Efrînê Robarî Xelîl daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku  wiha ye bi taybetî êrîşen dewletên kapîtalîst ên ku li ser parvekirina Rojhilata Navîn û şikandina vîna gelê wê zêdetir bûne,ew jî bi alîkariya hin dewletên Navnetewî û bi taybet dewleta Tirk pêk tê û Dewleta Tirk bi tevahî hêza xwe ya siyasî û leşkerî dixebite. Tenê ji bo ku berhemên gelan bistîne û têxe xizmeta desthiladarîya xwe.   Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa siyaseta perçekirina Dewleta Tirk û wiha hat kirin û wiha domiya:"Siyaseta parçe bike û lêde li ser gelê kurd li Bakur û Rojhilatê Suriyê pêk tîne. Ew jî di komkujiyên ku li Şengal, Kobanî û herî dawî jî li Efrînê hatin kirin bêtir derket pêş çavan.Mînaka faşîzma dewleta Tirkiyêye yên dijwar in ev. Lê em ê li dijî hemû pêkanînên dijmirovî xwe her dem biparêzin."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana serdemê" bi dawî bû.