Derbarê endama platformê de lêpirsîna 25'ê Mijdarê 2018-12-04 14:28:22   MÊRDÎN - Derbarê Endama Platforma Şahmeranê Eylem Ergun de metnê ji çapemeniyê re xwend hincet hat nîşandan û ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve lêpirsîn hat destpêkirin.    Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê ya Cîhan de ji aliyê Qymeqamtiya Mêrdînê ve destûr hatibû dayîn û jin piştî destûra hat dayîn di pêşengiya Platforma Jinan a Mêrdînê ya Şahmeranê de hatibûn gel hev û daxuyanî dabûn. Eylem Ergun a ku li ser navê platformê daxuyanî xwnd derbarê wê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve lêpirsîn hat destpêkirin.   Hinceta lêpirsînê jî wekî "propagandaya rêxistinê kiriye, deweta tirk û netewa wê biçûk xistiye" hat nîşandan.