Çalakiyên greva birçîbûnê li dijî tecrîdê belav dibin 2018-12-04 13:55:41   NAVENDA NUÇEYAN - Çalakiyên li dijî tecridkirina Ocalan her ku diçe belav dibin. Piştî li Mêrsîn, Amed, Wan parlamenter, li dijî tecrîda Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven a 27 roj in di grevê deye, ketin grevê, îro li Stenbolê parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Huda Kaya, Dilşad Canbaz, Alî Kenanoglu û Saruhan Oluç jî ketin  û li Mêrdînê jî Ebrû Gunay û Tuma Çelîk dest bi greva birçîbûnê kirin. Ziyaret û eleqeya ji bo çalakiyê gelek zêde ye.    Çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe belav dibe. Tevlêbûna çalakiyên greva birçêbûnê zêde dibe. Piştî Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 8'ê Mijdarê de dest ib çalakiyê kir, 27 roj in çalakiya Leyla a li dijî tecridkirina Ocalan didome. Girtiyên PKK'î û PAJK'î jî li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiye bi dorvegera 10 rojan û bêdem di 27'ê Mijdarê de çalakî dabûn destpêkirin. Çalakiya girtiyên siyasî ya li girtîgehan di roja 8'an de berdewam dike. Piştî di 2'ê Kanûnê de Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê çalakiya greva birçîûnê da destpêkirin polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girtibû û 10 endam û rêveberên HDP'ê yên di çalakiyê de binçav kirin û hêj di bin çavan de ne. Çalakiyên ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Güven a li dijî tecrîdê her ku diçe belav dibe. Duh li Mêrsînê 3 parlamenterên HDP'ê, li Amedê 4 parlamenterên HDP'ê, li Wanê parlamenterek HDP'ê ketibûn grevê. Îro jî li Rihayê 2 parlamenterên HDP'ê, li Enqereyê jî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî di navde 10 parlamenterên HDP'ê dikevin grevê.    Li Stenbolê greva birçîbûnê hat destpêkirin   Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê jî bi heman armancê îro bi daxuyaniyekê û bi tevlêbûna parlamenteran çalakiya grevê da destpêkirin. Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Huda Kaya, Dilşad Canbaz, Alî Kenanoglu û Saruhan Oluç li gel rêveberên HDP'ê dest bi çalakiyê kirin. Li gel wekîlan gelek endam û rêveberên HDP'ê jî tev li çalakiyê bûn û piştgirî dan wekilan. Li salona ku wekilên HDP'ê lê dest bi çalakiyê kirin pankarta ku wêneyê Guven û nivîsa "Leyla Guven mafdar e. Divê tecrida mutlak rabe" vekirin. Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç daxuyani da û destnîşain kir ku bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven dest bi çalakiyê dikin.     Saruhan, xwest demek berî demekê daxwazên Leyla Guven pêk bên û di demek zûtirîn de serbest bê berdan û wiha got: "Em hevî û bawer dikin ku dê dawî li tecrîda di 5'ê Nîsana 2015'an de li Îmraliyê hat destpêkrin bi dawî bikin. Dîsa em hêvî dikin ku dê biryara DMME a ji bo Demîrtaş daye pêk bînin. "    Li Wanê çalakî berdewam dike   Li Wanê jî çalakiya Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan ku duh da destpêkirin di roja duyemîn de berdewam dike. Îro jî parlamenterên HDP'ê yên Wanê Sait Dede û Murat Sarisaç jî tev li çalakiyê bûn. Îro gelek endam û rêveberên HDP'ê û rêxistinên demokratîk çalakger ziyaret kirin. Endam û welatiyên ji taxan hatin HDP'ê wekîl ziyaret kirin û piştgirîdan wekîlan.    Li Mêrsînê kesên des bi grevê kirin di bin çavan de ne   Li Mêrsînê jî hêj 10 kesên ku 2 roj berê di çalakiyê de hatibûn binçavkirin, hêj di bin çavan de ne. Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê di 2'ê Kanûnê de li dijî tecrîdê dest bi çalakiya grevê kiribûn. Polîsan di saetê şevê de bi ser avahiyê de girtibûn û Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Zuhal Onen jî di navde 10 çalakger binçav kiribûn. Îro ji bo bixwazin 10 kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan, xwestin li ber avahiya HDP'ê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan destûr nedan ku daxuyaniyê bidin. Endamê Navenda Giştî yê HDK'ê Selahattin Guvenç, serî li Walîtiyê da û xwest sedema binçavkirinê fêr bbe. Walîtiyê diyar kir ku ji wezareta Karên Hundir de ferman hatiye û ji ber vê yekê nikare destûrê bide daxuyaniyê.   Li Şirnexê jî grev    Li Şirnexê jî bi armanca piştevaniya çalakiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP2ê Leyla Gunven ku di roja 27'emîn de berdewam dike parlamenter ketin greva birçîbûnê. Li bajêr beriya çalakiya ku wê li avahiya HDP'ê ya Şirnaxê bê li darxistin  bi tevlibûna rêsistina HDP'ê û DBP'ê daxuyanî hat dayîn.    Di daxuyaniya ku ji aliyê Nurcan Îmîr ve hat dayîn de wiha hat gotin: " Çalakiya Leylayê di roja 27'emîn de berdewam dike. Em wekî HDP'ê û hêzên ku aştiyê dixwazin vê berxwedanê silav dikin. Em di pêşengiya parlamenteran de ji bo 3 rojan li 5 bajaran dikevin greva birçîbûnê ji bo piştevaniya çalakiya Leyla Guven. Çalakiya ku grevê ku hatiye destpêkirin deng veda. HDP deng û rengê gelan e. Ev daxwaza me hemû yan e. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye."   Piştre parlamenter hasan ozguneş jî wiha got: "Tirkiye bi her awayî paşve diçe. Dîroka wê tune dibe ji ber şerê ku tê berdewamkirin.  Leyla Guven daxwaza gelê kurd e. Ev daxwaz di heman demê de daxwaza jin û ciwanan e   Piştî daxuyaniyê parlamenteran ji bo sê rojan dest bi grevê kirin.   Li Mêrdînê jî parlamenter ketin grevê   Parlementerên HDP’ê yên Mêrdînê ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ve di 8’ê Mijdarê de li Girtîgeha Tîpa E’ya Amedê da destpêkirin û bertek nîşanî êrîşên li ser avahiya HDP’ê li Mêrsînê bidin li avahiya Mêrdînê ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya ku li avahiya HDP’ê ya Mêrdînê hat destpêkirin, parlementerên HDP’ê yên Mêrdînê Ebru Gunay û Tuma Çelîk  e. Parlementeran beriya çalakiyê daxûyanî dan û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û welatiyan jî piştgirî da wan.   Daxuyaniya çalakgeran ji aliyê  Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Sîncar ve hat xwendin  ev tişt got: “Armanca me ew e ku em piştgiriyê bidin Leyla Guven û dawî li tecrîdê bînin.”   ‘Îktîdar li dijî azadiyê tim êrîşên hovane dike’   Piştre Parlemeneterê HDP’ê ya Mêrdînê Tuma Çelîk  axivî. Tuma, anî ziman ku greva wan a birçîbûnê ya ku di  7-8-9’ê mehê de wê bida dest pêbikirin, ji ber li Mêrsînê polîsan 10 hevalên wan binçavkirine îro dane destpêkirin û wiha got: “Leyla Guven li dijî tecrîda ku ev sê sale didome  dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Leyla Guven bi vê greva birçîbûnê xwest bibêje ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û nayê qebûl kirin. Em wek parlementerên HDP’ê ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe û ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê dikin. ”   Piştî Tuma, Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay axaftinek kurt kir. Ebru, diyar kir ku Leyla Guven a ku çalakiya wê daye ji bo bibin piştevanê wê dest bi grevê kirine.    Piştî ku grev hat destpêkirin ji Qoserî Dêrikê û Şemraxê jî heyetan serdana grevê kir.