'Bêdengiya meclîsê li dijî aştiyê ye' 2018-12-04 11:23:41   Dilan Babat    ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku de 10 parlamenter dê di meclîsê de dest pê bikin û got:"Divê tecrîd demildest bê dawîkirin û meclîs rol û misyona xwe ya derbarê vê mijarê de baş bilîze."   Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir û ket roja xwe ya 27'an. Îro dê piştî civîna komî ya meclîsê tevî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan dê 10 parlamenter ji bo sê rojan dest bi greva birçîbûnê bikin. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir derbarê mijarê de nirxandin kir.    'Divê em xalên ku Leyla Guven bala didê bibînin'   Dilanê wiha got:"Leylayê ji bo balê bikşîne ser hiqûqa ku di bin lingan de hatiye eciqandin û pirgirêkên li Tirkiyeyê bi rêyên demokratîk bên çareserkirin dest bi çalkiya greva birçîbûnê kiriye. Divê em xalên ku Leyla Guven bala didê bibînin. Leyla vê çalakiyê ne tenê ji bo şexsê xwe ji bo hemû kesên ku aştiyê û azadiyê dixwaze pêk tîne. Em bi bêhiqûqiyek mezin rû bi rûne. Tecrîda li ser Birêz Ocalan ne tecrîdek ji rêzê ye. Hiqûqa navneteweyî bi girtin û tecrîdkirina Birêz Ocalan hat eciqandin. Divê em wekî civak li çalakiya Leylayê xwedî derkeve. Pêdivî ji fikrên ji bo çareseriyê yên Birêz Ocalan heye. Loma em ê heta dawî piştigiryê bidin vê çalakiyê."   'AÎHM û CPT veguhertin saziyên ku naveroka wê vala'   Dilanê anî ziman ku di vê serdema girîng de AÎHM û CPT bêdeng dimîne û ev yek nayê qebûlkirin û wiha domand:"Anîna Birêz Ocalan a Tirkiyeyê bêhiqûqî ye. AÎHM û CPT veguhertin saziyên ku naveroka wê vala. Peywira xwe bi cih nînin û bêdengiyê tercîh dikin. Divê parlamentoya Tirkiyeyê demildest dest bala xwe bidin ser çalakiya Leyla Guven. Bêdengiya meclîsê li dijî aştiyê ye. Divê tecrîd demildest bê dawîkirin û meclîs rol û misyona xwe ya derbarê vê mijarê de baş bilîze."