Komcivîna Navneteweyî ya ji bo Efrînê di roja sêyemîn de didome 2018-12-04 11:10:40   QAMIŞLO - Komcivîna Navneteweyî ya ji bo Efrînê di roja xwe ya sêyemîn de bi du maseyan didome.   Komcivîna Navneteweyî ya paqijkirina Nijadî û guhertina demokgrafîk a li Efrînê, ku bi tevlîbûna bi sedan nunerên dewletên cîhanî û Rojhelata Navîn pêk hat, di roja xwe ya sêyemîn de didome. Di komcivînê de kiryarên li ser axa Efrînê û gelê wê û tevahî rengên îşkenceyê ên li ser jinan bi sinevizyon, rapor û şahidên ji Efrînê hat pêşkeşkirin.   Komcivîn îro di roja xwe ya sêyemîn de bi du maseyan dê bi dawî bibe. Maseya aliyê hiquqî operasyonên paqijkirina nijadî û guhertina demografîk a li Efrînê digre dest. Maseya dawî ji bo nîqaşkirina çareserî û pêşniyarên ji bo çareserkirina bandorên operasyonên paqijkirina nijadî û guhertina demografîk a li Efrînê dê bê avakirin.    Herî dawî wê daxuyaniya çapemeniyê bê dayin.