Roja 27'emîn a serîhildanê: Dê di vê rêya pîroz de faşîzm têk biçe 2018-12-04 10:28:55   AMED - Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji ajansa me re nameyek şand û bi rêya nameyê hemû kesên ku piştgiriyê didin çalakiya wê slav kir û got:"Ji bo tecrîd bê şikandin jin pêşengtiyê dikin. Ev rêyek pîroz e û di vê rêyê de dê faşîzm têk biçe. Bila rêya me hemûyan vekirî be. Dê gel bi ser bikeve."   Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir û ket roja xwe ya 27'an. Leylayê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê name ji ajansa me re şand û ji bo kesên ku piştgirî da çalakiya wê jî spasiyê xwe pêşkeş kir. Leylayê bal kişand ser dîroka serîhildanê ya greva birçîbûnê.    'Em ê rêya xwe bidomînin'   Leylayê wiha got:"Xwedîderktina gel a ji bo çalakiya min a ji bo tecrîda giran, nîşan dide ku ez mafdar im. Di gelek faxs, qert û nameyan de gel dibêjin ku ji bo tecrîd bi dawî bibe ew amedene ku her bedelê bidin. Ez serkeftinê ji bo kesên ku nû dest bi grevê kirine dixwazim. Em ê serî netewînin û rêya xwe bidomînin."   'Ji dil rêzdarî nîşanî vê îradeya ji pola dan'   Leylayê da zanîn ku di dîroka têkoşîna gelê Kurd de çalakiyên greva birçîbûnê xwedî wateyek taybet e û wiha got:"Afirîneriya îradeyên şoreşger wateyên girîgng li çalakiyan bar dikin. Îradeya ku şoreşgerên Kurdistanê di 1980'an de derxistin holê gelek bi wate ye. Sakine, Kemal, Hayri ji bo rûmeta mirovahiyê bedena xwe dan ber birçîbûnê. Serîhildana di zindanan de bû wekî kevneşopiyekê."   'Saziyên Yekîtiya Ewropayê peywira xwe bi cih nîne'   Leylayê wiha domand:"Komîteya Pêşbirîna Îşkenceyê (CPT) ya di bin banê Yekîtiya Ewropayê de û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, peyweira xwe bi cih nînin. Pêkanînên wan nîşan dide ku biryarên hiqûqî nadin. Qoza Tirkiyeyê ya herî mezin a li dijî Ewropayê penaber û girtina çekan e."   'Em di nava dema serkefitnek nû de ne'   Leylayê herî dawî wiha got:"Ez dizanim ku bi salan e grevên bi salan bi pêşengiya girtiyên azadiyê pêk hatiye û di vê mijarê de bedelên giran hatine dayin. Ez dizanim ku em ê di vê çalakiyê de jî bi hev re bi ser bikevin. Çalakiyên li girtîgehan herikandina dîrokî guhertiye. Em di nava dema serkefitnek nû de ne. Em ê teqez bi ser bikevin. Bi taybet wekî jin ji bo şikandina tecrîdê em ê pêşengiyê bikin. Çimkî tecrîd di şexsê Birêz Ocalan de li ser jinan tê kirin. Tecrîd êrîşa li dijî nasnameya azad a jinê ye. Di serî de gelê Colemêrgê û piştre hemû gelên ku piştiriyê didin vê çalakiyê slav dikim. Ev rêwitiyek pîroz e. Bila rêya me hemûyan vekirîbe. Dê faşîzm têk biçe û gel dê bi ser bikeve."