Zelal Yildirim: Bi qayûman demokrasî pêk nayê 2018-12-04 10:08:32   MÊRDÎN - Bijîşka Diranan Zelal Yildirim Şen, derbarê hilbijartinên herêmî û ji hilbijartinê bendewariyên wê çine de axivî. Zelalê got ku bi qayûman demokrasi pêk nayê û anî ziman ku li dijî bêhiqûqî, îxrac û ji karavêtinan ev hilbijartin gellek girîng e.     Bijîşka Diranan Zelal Yildirim Şen a ku beriya du salan di 29’ê Cotemehê de  bi KHK’ê  ji kar hatiye îxrackirin, piştî îxrac bûye ji xwe re cihekî taybet klînîka diranan vekiriye û xebata xwe berdewam kiriye. Zelal, derbarê hilbijartinên herêmî û ji hilbijartinê bendewariyên wê çine de axivî. Zelal, got ku li dijî bêhiqûqî, îxrac û ji karavêtinan ev hilbijartin ji bo wan gellek girînge.   Zelal, diyar kir ku hîna nizane sedema ji karavêtina wê çi ye û wiha got: “Ji ber ku bijîşkê diranan bûm, ez ji kesên din ku hatin îxrackirin bi sutir bûm ji ber ku derfta min ya ez bikaribim ji bo xwe klînîkekê vekim hebû. Lê belê îktîdar hewl dide ku vê derfetê jî ji destê min û kesên mîna min bigire.  Bi KHK’yan heta niha nêzîkî 7-8 hezar bijîşk ji kar hatin avêtin û îxrackirin. Dema ku ez ji kar hatim îxrackirin ez nêzî çar mehan di malê de rûnitim. Lê jiyan berdewam dikir û pêwist bû ku em alternatîfên xwe ava bikin. Dema em ji kar hatin avêtin di warê derûnî de em neyînî bi bandor bûn. Ji ber ku neheqî li me hatibû kirin. Em hêvî dikin ku di demek nêz de ev kesên ji kar hatine avêtin û îxrackirin careke din vegerin ser karê xwe.”   ‘Dema hiqûq nebine jiyan jî nabîne’   Zelal, anî ziman ku dema ew hatine îxrackirin civakê ji wan re pirsên gelo we çikiriye ku dewletê we ji kar avêtiye tim pirsîne û ev tişt got: “Ez bi tenê di KESK’ê de karê sendîkayê dikirim. An jî ji ber dayika min di girtîgehê de bû hatim îxrac kirin nizanim. Lê li tu dera cihanê ve tişt ne wek sedem nayê nîşandin. Lê Tirkiye bi rê ya malbatan dixwazin li Tirkiyeyê rewşekî wiha ava bikin. Ne bitenê em dema ev çember berfireh tir bû bi hezaran kes ji ber vî rewşê para xwe girtin. Ji ber vî rewşê civakê tim digot ev qas kes çikirine. Lê em jî îro nizanin ku ji ber çi ji kar hatine avêtin. Ger ku me tiştekî bikira dê dosyayên me zêdetir giran bibûna. Lê niha ji ber tu sedem tuneye, nikarin tu tiştekî wek hincet nîşan bidin. Ev tiştê ku îro li dijî me hatiye kirin li dijî hiqûqiye. Îro di vî welatê de kî qazinan kesekî bike hîn tişt tên serê wan. Dema hiqûq nebine jiyan jî nabîne. Lê em dev ji têkoşîna xwe bernadin û berdewam dikin. Her çiqasî sal derbas bibe jî em vî bêhiqûqiyê qebûl nakin.”   ‘Îktîdar SGK û peymanên me dixwaze betal bike’   Zelal, da zanîn ku piştî ew hatiye  îxrackirin êrîşên derûnî jî li dijî wan zêdetir bûye û wiha pêl da axaftina xwe: “Her wiha ne bi tenê ez her wiha hemû kesên ku ji kar hatine avêtin û îxrackirin heman tiştî dijîn. Niha îktîdar û SGK  dixwazin peymana me jî betal bikin. Îro gellek hevalên me piştî îxracbûn di karên cûda de dest bi xebatan kirin. Lê karê wan nebaş e. Ji ber ku di nav şert û mercên gellek giran de dixebitin. Dema ku dewlet tehemûlî wan neke dikare wan ji wî karê din jî derxîne. ”   ‘Divê em hemû bi hev re vî bajarî  careke din ava bikin’   Zelal, di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî qeyûm tayînê şaredariyan hatine kirin nêzî çar hezar kes ji kar hatine avêtin û betal mane. Zelal, bi lêv kir ku piştî qayim hatiye tayînkirin rewş li Tirkiyeyê xiraptir bûye û wiha domand: “Îro gel kî/kê bixwaze divê ew bibe rêvebir li vî bajarî. Dema qeyûm tayînî şaredariyan hat kirin vîna gel jî wê demê hat tunekirin. Bi qayûman demokrasî ava nabe. Em bi demokrasiyê bawer in û ez bawer dikim ku di hilbijartinê de dê gelê me carekedin bersivê bide qeyûman û kesên ku qeyûm tayîn kirine. Dê ev neheqî bi hilbijartina ku bê kirin ji holê bê rakirin Her wiha îro ev hilbijartin ji bo me gellek girîng e. Beriya ku qeyûm bê tayînkirin li Mêrdînê rewş gellek baş bû, komeleyên jinan hebûn û li mafên jinan xwedî derdiketin. Lê piştî qayûm rewş li Mêrdînê xira bû û hemû komeleyên jinan jî hatin girtin. Îro projeyên ku qeyûm çêkirine hemû yên şaredariya gel bûn. Lê qayûm hat û dest danî ser hemûyan û  wekî yên xwe nîşan dan. Lê niha tu projeyên wan tune ne. Şerdariyeke ku divê kedkar, jin, civak,  zarok xwetê de bibînin divê hebe. Divê em hemû bi hev re vî bajarî carekedin ava bikin.”   Hêvîdar im ku piştî hilbijartinan em bahsa serkeftinê bikin   Zelal,  di dawiya axaftina xwe de gor ku ew dev ji têkoşînê bernadin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Em ê bi hêztir xebatên xwe berdewam bikin. Me dev ji têkoşînê berneda û em ê bernedin. Hêvî dikim ku piştî hilbijartinan em behsa serkeftina xwe bikin. Li dijî bêhiqûqî, îxrac û ji karavêtinan ev hilbijartin ji bo me gellek girîng e.”