Jinên Ereb: Tecrîd aştî û demokrasiyê têk dibe 2018-12-04 09:29:19   Rûken Goman   GIRKÊLEGÊ - Jinên Ereb ên Meclîsa Bajarokê Çilaxayê di derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gotin:"Heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin. Ji ber ku Rêber Apo li dijî berjewendiyê her dem disekine û ji bo hemû gelên bindest li berxwe dide."   Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re, ji 2'ê Nîsana 2015'an bi heyeta Îmraliyê re ji 11'ê îlona 2016'an jî bi malbatê re nikare hevdîtinê bike. Hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê li dozgeriya komarê ya Bursayê tê kirin jî bi hincetên cuda tên redkirin. Têkildarî mijarê jinên Ereb ên Çilaxaya Girkêlegê gotin:"Tecrîd aştî û demokrasiyê têk dibe. Loma divê tecrîda giran a li ser Rêber Apo demildest bi dawî bibe."   'Mirovên xwedî fikrên azad divê azad bin'   Endama Rêveberiya Meclîsa Bajarokê Çilaxayê Meha Al Husen wiha got:"Rêber Apo mirovekî aştîxwaz e û xwedî fikrên azad e. Mirovên xwedî fikrên azad divê azad bin û ji bo azadiya wan hemû kes têbikoşin û bêdeng nemînin. Dema em li dîroka dewleta tirk dinêrin her komkujî û nîjadperestî hatiye kirin û hatiye xwestin ku gelê Kurd bibe kole. Loma niha jî bi tecrîda giran a li ser Rêber Apo dixwazin bigihêjin vê armanca xwe. Lê gelê Kurd dê tu carî koletiyê qebûl neke û ji bo Rêberê xwe li berxwe bide."   'Rêber Apo ji bo vîna azad a jinê têkoşiyaye'   Berdevka Komîteya Jinê ya Meclîsa Çilaxayê Semîra Mohemed jî wiha nêrînên xwe anî ziman:"Rêber Apo ji bo hemû jinan têkoşînên mezin û xebatên berfireh kiriye. Rêber Apo ji bo vîna azad a jinê têkoşiyaye. Bi rengekî demokatîk her dem mafê hemû jinan parastiye. Ji bo hemû jin ji koletî û tarîtiyê rizgar bibin li dijî hemû neheqiyan sekiniye. Loma em her dem ji fikrên Rêberê xwe sûdê digirin. Heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin. Ji ber ku Rêber Apo li dijî berjewendiyê her dem disekine û ji bo hemû gelên bindest li berxwe dide. Tecrîd aştî û demokrasiyê têk dibe. Loma divê tecrîda giran a li ser Rêber Apo demildest bi dawî bibe. Heta em hebin em ê ji bo Rêberê Azadiyê têbikoşin."