Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci vegot: Divê teqez vîtamîna B1 bê girtin 2018-12-04 09:04:41   STENBOL - Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci balkişand ser vîtamîna B1 ya divê di pêvajoya greva birçîbûnê de bê bikaranîn û got di vê pêvajoyê de ji ber pergala xweparastinê bê bandor dibe, rê li ber cureyê nexweşiyan vedibe û wiha got: “Bi taybet ji ber şert û mercên paqijiyê baş pêk nayên, ev gelek girîng e. Divê ji bo hîjyena girtîgehan guherîn pêk bên.”   Greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 27’emîn de didome.Bi çalakiya Leylayê re li girtîgehên cuda di 27’ê Mijdarê de dest bi greva bêdem û dorneveger hat kirin.   Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Pispora Tipa Edlî Prof.Dr. Şebnem Korur Fîncanci guherînên fîzyolojîk û metabolîk ên di grevên birçîbûnê de dertên holê vegot.   ‘Em pêşniyara bikaranîna vîtamîna B1 dikin’   Şebnemê diyar kir ku greva birçîbûnê rêbazeke ku kesên alavek wan a din nemaye serî lê dide ye û di grevên birçîbûnê yên dirêj de guherînên di beden de pêk tê ne bi rojê bi guherîna endeksa girseya beden re eleqeder e. Şebnemê wiha got: “Guherîna endeksa girseya beden li gorî kesan cudahiyê nîşan dide û wiha pê de çû: “Em dikarin vê bêjin. Ger vîtamîna B1 neyê bikaranîn piştî roja 30’emîn û 40’emîn şûnde hinek pirsgirêk dertên holê. Em wek hekîm ji bo kesên ketine grevê bikaranîna B1 pêşniyar dikin. Vîtamîna B1 yanî Tîamîn ji bo parastina mêjî û sînoran girîng e. Di grevê de ligel av, şekir, xwê û karbotan divê B1 Tîamîn jî bê bikaranîn. Ji ber preparata Tîamîn a saf nîne divê B1 ya herî bilind yanî tîamîn B1, rîboflavîn B2, niyasîn B3, pantotenîk asît B5, pîrîdoksîn B6, biyotîn B7, folîk asît B9 û siyanokobalamîn an jî kobalamîn B12 bên bikaranîn.”   ‘Di bikaranîna Tîamîn de rîsk dereng dest pê dikin’   Şebnemê destnîşan kir ku di rewşa vîtamîna B1 bê bikaranîn de pirsgirêk dereng tên dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger B1 neyê bikaranîn rîsk di rojên 40-50’î de tên dîtin. Lê bi bikaranîna B1 re rîsk di rojên 70-80 an jî heta rojên 100’î de tên dîtin. Yanî di encamê de grevên birçîbûnê di her alî de xesarên cidî pêk tîne. Hûn çi dikin bikin jî rê li ber xesaran vedibe. Bi taybet jî li ser mêjî dike. Ligel vê bandorek mezin li ser pergala xweparastinê jî dike.”