ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2018'AN 2018-12-04 09:00:00   *Jina bi navê Niweyla Hecî bi keda destên xwe melkisan çê dike û bi vî awayî alîkariya cîranên xwe jî dike. Niweylayê dibêje:"Dema ez melkisan bi destên xwe çê dikim û alîkariya cîranê xwe jî dikim, ez gelek bextewar dibim. Ev çanda ku bi salan e didome, berdewamkirina wê ji bo min bexetewarî ye." DÎMEN HEYE   *Pirtûka ku Gultan Kişanak li girtîgehê nivîsiye ya bi navê ‘Rengê Mor a Siyaseta Kurd’ ji aliyê lîstikvana şanoyê Julîde Kural ve li şanoya xwendinê tê lîstin. Ji muzîkjenên jin ên NÇM û şanogerên jin ên ji nasnameyên cuda wê di lîstikê de cih bigire. Tê plankirin ku lîstik di 27’ê Kanûnê de bê lîstin.DÎMEN HEYE   *Bijîşka Diranan Zelal Yildirim Şen, derbarê hilbijartinên herêmî û ji hilbijartinê bendewariyên wê çine de axivî. Zelalê got ku bi qayûman demokrasi pêk nayê û anî ziman ku li dijî bêhiqûqî, îxrac û ji karavêtinan ev hilbijartin gellek girîng e. BI DÎMEN     *Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci balkişand ser vîtamîna B1 ya divê di pêvajoya greva birçîbûnê de bê bikaranîn û got di vê pêvajoyê de ji ber pergala xweparastinê bê bandor dibe, rê li ber cureyê nexweşiyan vedibe û wiha got: “Bi taybet ji ber şert û mercên paqijiyê baş pêk nayên, ev gelek girîng e. Divê ji bo hîjyena girtîgehan guherîn pêk bên.” DÎMEN HEYE   *Gonul Karaman a HDP’yî ji bo hilbijartinê banga namzetiyê li jinan kir û diyar kir ku jin li orteya siyasetê û kirdeya siyasetê ne û ji ber vê divê jin bibin namzetên HDP’ê. BI DÎMEN   *Jinan bertek nîşanî nelêrêtiyên qeyûmê tayînê şaredariya Wanê bûye dan û wiha gotin: “Bi hincetan şaredariya me xesp kirin. Em dibînin ku qeyûm diziyê dike. Em ê di 31’ê Adarê de nîşan bidin ku em qeyyum naxwazin. Em ê şaredariya xwe ji dizan bigirin.”BI DÎMEN   *Çagla Akdere diyar kir ku şîdet ne êrîşek fîzîkî ya ji aliyê mêr ve ji nişkave pêk tê û ji ber vê jî parastina cewherî ya femînîst têkoşînek topyekun dihewîne û wiha got: “Parastina cewherî ku di jiyana jinan de tê nîqaşkirin û cih girtiye, ji aliyê dewletê ve nayê nîqaşkirin. BI DÎMEN   *Endama Hêviya Ciwanên Lîseyê Melodî Zengîn diyar kir ku di konferansa “Pêxemberê me û Konferansa Ciwanan’ ku hinek malbat jî jê bi gazinc in bûn de, regil wek nexweşiyê hatiye nîşandan û di 15 salî de ducanî normal hatiye dîtin û bi vê îstîsmara zayendî jî hatiye normalkirin. Melodî daxuyakirin ku dixwazin zîhniyeta Ensar bi hevkariya Perwerdeya Netewî re li dibistanan belav bikin.BI DÎMEN