Çalakiya greva birçîbûnê ya Hewlerê di roja xwe ya 13'emîn de ye 2018-12-03 15:35:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorvger ya Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê ya li dijî tecrîdkirina li ser Abdullah Ocalan, di roja 13'emîn de didome. Îro koma 7'emîn dewir girt.   Nûnertiya HDP’ê li Hewlêrê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ev 13 rojin greva birçîbûnê daye dest pê kirin. Di heman demê de Endamê Nûnertiya HDP'ê Nasir Yagir jî greva xwe ya bê dem û dorveger berdewam dike. Di roja 13'emîn de koma 7'emîn greva birçîbûnê dewir girt.   Çalakgerên greva birçîbûnê diyar kirin ku heta ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidome, wê çalakiyan wan jî berdewam bike.   Ji aliyê din ve rojene nûnerên partiyan û rêxistinan ji bo piştgiriyê serdana greva birçîbûnê dikin. Di vê çorçoveyê de îro şandeyekî Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê serdana grevê kir. Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê bang li hemû partiyan û hêzan kir ku piştgiriya greva birçîbûnê ya HDP'ê bikin.