Li Mêrdînê ji bo çalakiya Leyla Guven greva birçîbûnê 2018-12-03 14:29:47   MÊRDÎN - Li Mêrdînê greva birçîbûnê ya ku ji bo piştevaniya bi çalakiya Leyla Guven re wê di 7-8-9’ê mehê de dest pê bikira, piştî ku bi ser avahiya Mêrsînê ya çalakiya greva birçîbûnê lê hebû de hat girtin û di encamê de 10 kes hatin binçavkirin  wê beriya  dîroka ku hatibû ragihandin sibe dest pê bike.     Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 26 roj e li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem de ye. Bi boneya piştgiriya çalakiya Leyla Guven, endam û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê duh li avahiya xwe ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Polîsan duh êvarê bi ser avahiyê de girt û 10 çalakger binçav kir. Dorpêça li derdora avahiya HDP’ê jî dewam dike. Li Mêrdînê greva birçîbûnê ya ku di 7-8-9’ê mehê de dest pê bikira, ji ber  li Mêrsînê di greva birçîbûnê de 10 kes hatin binçavkirin beriya dîroka ku hatibû rahgihandin dê dest pê bike.   Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Di 2-3-4’ê mehê de li Mêrsîn, di 3-4-5’e mehê de li Enqerê ji bo 3 rojan biryara greva birîbûnê hatibû girtin. Di vê çarçoveyê de  endam û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê duh li avahiya xwe ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û piştî demeke kin hatin binçavkirin. Tehemmula wanj i vî mafê me yê demokratîk re jî tune ye. Li dijî tecrîda grankirî ya li ser Abdullah Ocalan û êrîşa ku li Rêvebiriya me ya Mêrsînê hat kirin sibê hemû parlementer li bajarên ku hatine hilbijartin ji bo sê rojan dest bi greva birçîbûnê dikin.”