Di binçavan de jî çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin 2018-12-03 12:47:31   MÊRSÎN - Li Mêrsînê endam û êveberên HDP ên bi greva birçîbûnê piştgirî dan çalakiya Leyla Guven û hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Bajêr tên ragirtin. Hat zanîn ku HDP’yî di binçavan de jî çalakiya xwe dewam dikin.    Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li  dijî tecrîdkrina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 26 roj di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Duh li Mêrsînê 15 endam û rêveberên HDP’ê jî ji bo piştgiriya çalakiya Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Di saetên êvarê de polîsan bi ser avahiya HDP’a Mêrsînê de girt û Hevseroka Rêxistina HDP’a Mêrsînê Zuhal Onen jî di nav de 10 HDP'yî binçav kiribûn. Binçavkirî li Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê tên ragirtin. Parêzeran îro bi miwekîlên xwe re hevdîtin pêk anî.    Parêzeran ragihand ku miwekîlên wan di binçavan de jî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam dikin û rewşa tenduristiya wan jî baş e. Parêzeran got dê miwekîlên wan heta 3 rojan çalakiya xwe dewam bikin.    Li aliyekî ragirtina binçavkirina HDP’iyan didome û li aliyê din jî parlamenterên HDP’ê Fatma Kurtulan Ridvan Turan Tulay Hatîmogullari li avahiya HDP’a Mêrsînê çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin. Gelek welatî hatin serdana HDP’iyan û piştgiriya xwe destnîşan kirin.