Ji bo Merve ya daxwaza parastinê kir 6 mehin bersiv nayê dayîn 2018-12-03 09:07:47   Dîlan Babat   ENQERE - Meryem Tula ya ji aliyê mêrê ku pêre zewicandî re rastî şîdeta zayendî û fîzîkî ya zayendî hat, 6 mehe bersiv ji bo daxwaza parastina wê nayê dayîn. Merve ya cara 3’emîn derket pêşberî dadger, diyar kir ku hikûmet û dadger mirina jinan piştgûh dike.   Merve Tula ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîdetê hatibû û bi dehan carî got ew naxwaze bimre. Doza wê di 22’ê Mijdarê de hat dîtin û 6 meh berê jî daxwaza parastinê kir, lê hîna bersiv negirtiye.   Merve diyar kir ku ji aliyê Ercument Tula ve rastî şîdeta sîstematîk hatiye û wiha got: “Dema em destgirtîbûn jî şîdet li min kir. Psîkolojiya min xera kir.Piştî em zewicîn jî şîdet li min kir. Ercumet digot ‘bavê min her tim li dayika min dixist. Lê dayika min mal terk nedikir. Tu çima terk dikî. Tiştên ku dixwest min nekiriba li min dixist.”   Meryemê bi lêv kir ku sînorê şîdetê tunebû û carna heta mirinê lê xistiye, îşkenceyên mezin jiyaye. Merveyê daxuyakirin ku civak û malbat jî dîsa jinê sûcdar dibîne.   ‘Gelo garantiya ku ez neyêm kuştinê didin min?’   Merveyê destnîşan kir ku daxwaza parastina wê jî nehatiye bicihanîn û wiha dawî lê anî: “Bersiva ‘Em di cînayetê toreyê de biryara parastinê derdixin. Divê tu bipê’ dan min. Em dipên lê gelo garantiya ku em neyên kuştinê didin me. Divê dewlet di vê rewşê de ewil gumanbaran bigire. Hun çima berdidin. Wê demê kuştina jinê rewa dibînin. Hevjînê min endamê endamê MYK AKP’ê bû. ji ber vê her tim ez dihatim tehdîdkirin.”