‘Dixwazin bi tehdîd û zextan ciwanên apolîtîk biafirînin’ 2018-12-01 09:13:49   ÎZMÎR - Xwendekara zanîngehê Hîvda Selen ku polîsan pêşniyara sîxuriyê lê kirin, diyar kir ku dixwazin ciwanan ji siyasetê dûr bixin û wiha got: “Ez dizanim ku min tiştek şaş nekiriye. Dixwazin me bi zext û tehdîdan biçewisînin. Lê berovajê vê têkoşîna me zêdetir bû.”   Ji Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Hîvda Selen, Erturk Yilmaz û ji Hêza Şoreşger Ejder Ok, di hefteyên borî de li Îzmîrê ji aliyê polîsan ve hatin tehdîdkirin û hat îdiakirin ku rastî ferzkirinên sîxuritiyê hatine.   Xwendekara Zanîngeha Egeyê Hîvda Selen diyar kir ku 3 hefte berê dema ji malê derdikeve ji aliyê polîsê ku gotiye navê wî ‘Umut e’ riya wê hatiye birîn û wiha got: “Ji min re got ‘ez ê te di alî aborî de xurt bikim, ez ê di perwerdeya te de bibim alîkar’. Ji bo vê jî daxwaz kir ku ez beriya çalakî û belavkirina belavokan agahî bidimê. Got ‘em ê te biparêzin’. Lê min red kir. Rojek din dîsa hewl da min bikşîne aliyekê, lê ez neçûm. Piştre bi telefonê li min geriya, lê min telefon li rûyê wî girt. Piştre min hejmar asteng kir.   ‘Li dibistanê pêşniyara torpîlê’   Hîvdayê daxuyakirin ku sala borî jî malbata wê hatiye tehdîdkirin û bi heman awayî malbatên hevalên wê jî rastî tehdîdên ‘em ê li malê komkujiyê bikin’ hatine. Hîvdayê bi lêv kir ku li Enqereyê jî du hevalên wê du caran hatine revandin û wiha got: “Ji malbata min re gotine ‘keça te tevlî rêxistina terorê bûye’. Bavê min bertek nîşan daye û wan jî gotiye ‘werin dest ji van tiştan berdin em bi hev re zaroka we bidin xwendin.’ Bavê min ev bi zimanekî tund red kiriye. Armanca wan ev e ku ciwanan ji qada siyasî bikşînin. Dixwazin ciwanan apolîtîk bikin. Lê tu zext nikarin me şûnde bikşînin. Baweriya min a bi têkoşînê zêdetir bû.”