2'emîn konfransa Dadmendiya Civakî ya Herêma Cizîrê dest pê kir 2018-11-30 12:30:10   GIRKÊLEGÊ - Li Girkêlegê 2'emîn Konferansa Dadmendiya Civakî ya Herêma Cizîrê bi dirûşma "Heqîqet û edalet armanca me ye" dest pê kir.     Li bajarokê Rimêlanê yê girêdayi navçeya Girkêlegê li navenda Aram Tîkran 2'emîn Konferansa Dadmendiya Civakî ya Herêma Cizîrê bi dirûşma "Heqîqet û edalet armanca me ye" dest pê kir. Bi beşdarbûna 500 delegeyî yên ji bajarên herêma Cizîrê û endamên MSD, Meclîsa Jinê ya Bakurê Sûriyeyê konferans dest pê kir.    Piştî deqeyek rêzgirtin dîwan ji 5 kesan hat hilbijartin .Piştre axaftin hatin kirin. Li ser navê  Meclisa Malbatê Şehîdan Serdîb Ehemd axivî. Li ser navê Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Hemdan Elebid, her wiha li ser navê Kongreya Star Foza Yusif axvî jî.   Endama Rêvebera Meclisa Tenfîzî a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yusiv wiha got:"Ji bo analîz û plansaziyê û mezinkirina têkoşîna tundî û neheqiya li ser jinê ev konferans girîng e. Li ser esasên demokrasiyê divê hemû sistem werin avakirin û dawî li neheqiyan û zilmê bê. Rola jinê ya di nava tevgera jiyanê de gelek girîng e. Divê civak bi xwe pirsgirêkên xwe bikaribin çareser bikin û rola jinê ya di nava civakê de bîne ber çavan. Divê em li ser esasên edaletê dawî li tundî û neheqiyan bînin."   Dê di konferansê de rapora 2 salan were xwendin. Piştre dê nîqaş li ser bê kirin. Piştre dê hilbijartin pêk were. Dê 27 kes bên hilbijartin.    Niha konferans bi xwendina perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome.