ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2018'AN 2018-11-30 09:00:00   *Herêma Colemêrgê bi hingivê xwe yê herî paqij û xwezayî tê zanîn. Lê bele îsal ji ber qedexe û bikaranîna maddeyên kimyevî ku tê bikaranîn li herêmê bi hezaran mozên hingiv mirin û bi qaqsî ku hat xwestin berhem ji wan nehat bidestxistin. Der barê mirina mozên hingiv de û qirkirina xwezayê Hatayî Demîr nirxandin kir. Hatayiyê diyar kir ku ger wisa berdewam bike dê di pêşerojê de mozên hingiv biqedin.    *Parêzer Arzu Kurt diyar kir ku sedema rakirina qanûna hejmar a 6284 û Mafê Nefeqê, ev e ku tundî ji aliyê civakê ve bê qebûlkirin û got li dijî azadbûna jinê dewlet û edeleta mêr dest dane hev, ketine nava tifaqê.   *Pispora Rojhilata Navîn Nivîskar Hamîde Yîgît diyar kir ku kapîtalîst ji bo krîza hegomon derbas bikin berê xwe dane Rojhilata Navîn û bi taybet jî li Sûriyeyê û li dijî vê krîzê polîtîkaya herî baş Kurdan pêş xistiye. DÎMEN HEYE   *Lîstika 16 zarokên neçar man ji Efrînê koçî gundê Babinis a Şehbayê bikin, lîstika bi navê ‘Efrîna me’ ye û bi vê lîstikê jî bêrîkirin û hesreta li hember warê xwe nîşan didin. Bi vê lîstikê ji çavên zarokan berxwedana Efrînê carek din tê jiyîn. DÎMEN HEYE   *Gulcîhan Şîmşek a li Ispanyayê tevlî civîna Meşa Jinan a Cîhanê bû, diyar kir ku tevgera jinên kurd bi taybet jî modela li Bakurê Sûriyeyê wek mînak hatiye destgirtin û wiha got: “Li aliyekî qadeke pratîk bûye heye. Li aliyê din jî nîqaşa hişmendiyek teorîk ya çawa derketiye holê hat kirin. Ji ber vê ev têkoşîna tevgera jinên kurd di alî DKY’ê de wek tespîtek girîng derbasî qeydan bû.” BI DÎMEN   *Kovara ‘Kadinca’ ya îro nayê weşandin di 1’ê Kanûna 1978’an de dest bi jiyana weşanê kir û bû sedema ku gelek jin femînîzmê nas bike. Seda Guler a wê demê di ‘Kadinca’ de wek nûçegîhan xebitî diyar kir ku kovara Kadinca ji bo pêşketina jinê pêngavên girîng davêt, bendên zihniyeta baviksalarî xera dikir.BI DÎMEN   *Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku piştî darbeya leşkerî ya 12’ê îlonê şûnde di encama zextên li girtîgeha Amedê pêk hatin de, berxwedan hatin jiyîn û wiha got: "Di salên 1980’î de Sakîne Cansiz bûye mînaka berxwedana li dijî zextên li ser jinan. Îro jî zext didomin. Wê demê Sakîne Cansiz sembola berxwedana jinan bû. Îro jî greva Leyla Guven e."BI DÎMEN