Gulay Gun Bilici hat girtin 2018-11-30 08:41:31   ÎZMÎR - Li Îzmîrê endamê MYK'ê yê HDP'ê Mahfûz Guleryuz û endama Meclîsa Partiyê Gulay Gun Bilîcî jî di nav de 4 kesên di 26'ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin. Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propgandaya rêxistinê" biryara girtina her 4 kesan da.    Li Îzmîrê di 26'ê Mijdarê de bi hinceta "tev li kongreya navçeya Menemenê bûne û axivîne" Endamê MYK'ê yê HDP'ê Mahfûz Guleryuz, Endama Meclîsa Partiyê Gulay Bîlîcî û Rêveberê HDP'a Navçeya Menemenê Mûstafa Aydin jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî karên li emniyetê sewqî Edliyeya Menemenê hatin kirin.    Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" der barê Endamê MYK'a HDP'Ê Mahfûz Guleryuz, Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Gulay Gun Bîlîcî, endamê DBP'ê Suleyman Gunduz û Zayîde Ertene de biryara girtinê da. Dadgehê Tayfûr Yahşî, Feyyaz Yilmaz, Melîh Coçkûn û Mustafa Aydin jî bi şertê kontrola edlî berda