Nûçegîhana ETHA'yê Îsmînaz Temel nehat berdan 2018-11-29 16:44:21   STENBOL - Danişîna doza nûçegihana ETHA'yê  Îsmînaz Temel li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de 3 kes hatin berdan, Îsmînaz jî din av de 3 kes nehatin berdan.    2’yemîn danişîna doza darizandina 23 kesên di navê de nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Îsmînaz Temel, Havva Cuştan û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) jî heyî li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Rojnamegera girtî Îsmînaz Temel û 5 girtiyên, parêzer û rojnamegerên ne girtî beşdarî danişînê bûn. Heyetên derveyê welat, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeynel Ozen û malbatan danişîn şopandin.    Di destpêka danişînê de girtiyan parastin kirin.    Rojnamegera girtî Îsmînaz Temel, di parastina xwe de wiha axivî: “Ji sala 2006’an ve rojnamegertiyê dikim. Ez rojnamegerek sosyalîstim. Ev weke sûc tê dîtin. Derbarê min de şahid û delîlek tenê jî tuneye.”