Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin 2018-11-29 12:24:56   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 768’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê tê ragirtin. Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve bi hincetên cuda nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Her ku parêzer ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê didin jî bi hincetên cuda serlêdana wan tê redkirin. Ji parêzerên Abdullah Ocalan Serbay Koklu, Newroz Uysal û Mêhdî Oztuzun ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 768’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.