Xwendekarên YYU bûn mexdurê qeyûm 2018-11-29 09:07:04   WAN - Xwendekarên YYU yên pirsgirêka veguhestinê dijîn, bi pêkanînên qeyûmê tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bûye zêdetir mexdûr bûn.   Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYU) bi salane pirsgirêka veguhestinê dijîn û di çûyîna dibistanê de pirsgirêkan dijîn. Di ketina kampusê de ji ber nexweşxane heye, wesayît hema tije dibin û xwendekar mexdur dibin. Heta niha pirsgirêk nehatiye çareserkirin û piştî qeyûm pirsgirêk girantir bû.   Xwendekar Ferrahnur Erva wiha got: “Beriya qeyûm bê, li kampusa Zeve wesayît bê pere bûn. Niha Em ji bo her derê pere didin. Ligel vê heta navenda bajar wesayît tije dibin. Em bi tacîzan re tên rû hev.”   ‘Bila xetên otobusê ji hev veqetin’   Ferrahnurê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê ji bo welatiyên tên nexweşxanê cuda, ji bo xwendekaran cuda xet hebe û wiha dawî lê anî: "Otubus ji zêdegirtina rêwiyan xwendekaran berpirs dibînin. Ji bo ceza li wan neyê birîn xwendekaran beriya bigihêje Midûriyeta Trafîka Herêmê peya dike. Em neçar dimînin du caran pere bidin."