Li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê pêkanîna ‘morkirinê’ 2018-11-29 09:04:50   ŞIRNEX - Li girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê binpêkirinên mafan her diçin zêde dibin. Xizma girtiyekî Rabîa Îzer diyar kir ku dema çûne hevdîtina vekirî, mora ‘Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê T.C’ li milê wan xistine.   Girtiyên ji bo hevdîtina vekirî çûn girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê bi îdiaya ‘alava kontrolkirina çav xerabeye’ mora bi nivîsa ‘Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê T.C’ li milê wan xistin.   Rabîa Îzer a çû hevdîtina birayê xwe Abdurrahman Îzer, diyar kir ku girtî di şertên giran de jiyana xwe didomînin û wiha got: “Di hevdîtinan de maseyan dikin navbera me. Em bi zor bi wan re diaxivin. Di hevdîtina vekirî de jî wek a girtî em yek bi yek bi wan re diaxivin. Pir zêde zext hene. Her diçin zêde dibin. Girtî nikarin xwe bişon. Ava germ nadin wan. Rewşa wan qet ne baş e. Berxwe didin.”   ‘Mor li destên me xistin’   Rabîayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew dema çûne hevdîtina vekirî bi îşkeceyên cuda re tên rû hev û wiha pê de çû: "Berê li du cîhan kontrol dikirin û digirtin hundir. Niha ji ber ‘maşîna kontrokirina çavan xerabeye’ morê li destên me dixin. Ji xwe em nikarin bi girtiyan re biaxivin. Ev li me tên kirin gelo li girtiyan çi tê kirin. Malbatan bi mehan ji girtiyan agahî negirtin. Girtiyên cezayê hucreyê lê birîne jî malbatên wan nagirin hundir. Divê her kes li dijî girtîgehan hestiyar tev bigere."   Jina bi navê N. ya çû hevdîtina birayê xwe jî wiha got: “Em çûn hevdîtina vekirî. Li ber me mase hebûn. Li holê kursî hebû. Min jî kursî rakir û min xwest biçim cem birayê xwe. Lê hema gardiyan hat û got qedexe ye. Yanî malbatan xizmên xwe hembêz nekirin.”