Rayedar li dijî şîdetê bêdengin 2018-11-29 09:02:23   Rojda Aydin   MÊRDÎN - Betul Akti ya ku 5 sal berê bi Selahahttîn O. re bi mehra olî hat zewicandin, rastî şîdeta wî mêrî hat û hemû malê wê hat desteserkirin. Betulê diyar kir ku tevî hemû gilîkirin û rapora derbkirinê tu tiştek nehatiye kirin. Betulê bang li saziyên jinan kir û wiha got: “Alîkarî bidin min, hewcedariya min bi we heye.”   Betul Akti ya li Mêrdînê dijî, 5 sal berê bi Selahattîn O. re bi mehra olî hat zewicandin û rastî şîdetê hat. Tevî hemû rapor û serlêdanên Betulê tu encamek nehat bidestxistin. Betul a ku bi zarokek xwe re têkoşîna jiyanê dide, ji jinan piştgiriyê dipê. Betul ku piştî zewicî hîn kir bû Selahattîn O. berê jî bi heman awayî bi 5 jinan re zewiciye. Betulê diyar kir ku di zewaca xwe de rastî şîdeta psîkolojîk, fîzîkî û aborî hatiye, hemû mafên wê ji destên wê hatine girtin.   Betulê diyar kir ku ji Selahattîn O. dest berdaye, bi kurê xwe yê biçûk re li malek din bi cih bûye û wiha got: “Lê Selahattîn tacîza xwe berdewam kir, her tim şîdet li min kir. Ji bo pere bi min re zewicî. Xwest hemû malê min bigire û wisa jî kir. Hemû malên min girt û ez avêtim derve. Peymanek anî û bi min da îmzekirin. Bi peymanê xaniyê min girt ser xwe. Ez çûm midûriyeta polîsan û min gilî kir. Lê mixabin kesî alîkarî neda min.”   Tevî rapora derbkirinê nehat girtin   Betulê ev tişt anî ziman: “Xaniyê min girt ser xwe. Lê ez ji mala xwe derneketim. Ceyran birî. Ev du meh e ez û kurê xwe wisa dimînin. Ez bê çare me. Min serî li gelek cihî da. Lê min bersivek negirt. Tevî rapora derbkirinê nehat girtin. Ez bang li jinan dikim ku piştgiriyê bidin min. Bila ev mêr bê cezakirin.”