'Bi talîmata Suleyman Soylu bi hezaran polîsan êrîş kirin' 2018-11-27 13:30:19   ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu yên ku jin hedef girt, da û got:"Em wekî HDP'ê herî zêde em tundiya mêr û dewletê tînin rojevê û em li dijî vê yekê bi rengekî zelal têdikoşin."   Meclîsa Jinê ya HDP'ê bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu yên ku jin hedef girt, da û got:"Bi talîmata Suleyman Soylu bi hezaran polîsan êrîş kirin."   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Suleyman Soylu di bin navê 'Bernameya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê' li dijî têkoşîna me ya jinê zimandirêjî kiriye. Di serdema Suleyman Soylu de bi hezaran jin hatine qetilkirin. Divê hesabê vê yekê bide. Ew cezayên wekî xelatê didin kujerên jinan. Em wekî HDP'ê herî zêde em tundiya mêr û dewletê tînin rojevê û em li dijî vê yekê bi rengekî zelal têdikoşin. Sedemek êrîşa Suleyman Soylu jê ev e. Em ê wekî Meclîsa Jinê ya HDP'ê li dijî zext, zilm, êrîş û zordestiyê rêxistinbûyina xwe û têkoşîna xwe mezin bikin."