Siyasetmedar û sendîkayên hatin binçavkirin bi ‘Nobeta Spî’ tên sûcdarkirin 2018-11-27 13:18:26   ENQERE - Îro îfadeyên siyasetmedar û rêveberên sendîkayê yên li Enqerê hatin binçavkirin ên li Midûriyeta Polîsan dê bên girtin. Hat diyar kirin ku siyasetmedar û rêveberên sendîkayê bi çalakiya “Nobeta Spî” ya di sala 2016’an de pêk hat bûn, tên sûcdar kirin.    Li Enqereyê rêveber û endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiya Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUMBEL-SEN) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 15 kes duh hatibûn binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat hînbûn û binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Enqereyê. Parêzeran derbarê binçavkirinan de agahî dan û gotin: “Em li bendêne ku kesên binçavkirin derxin dozgeriyê. Dê îro piştî nîvro îfadeyên wan ên li Midûriyeta Polîsan bê girtin.”     Hat diyar kirin ku siyasetmedar û rêveberên sendîkayê ji ber çalakiya “Nobeta Spî” ya di sala 2016’an de li Enqerê pêk hat bûn, tên sûcdar kirin. Gelek rêxistinên civaka sivîl beşdar çalakiya “Nobeta Spî” ya li Kolana Sakarya ya navçeya Çankaya ya Enqerê pêk hat bibûn.     Navê hinek kesên ku hatin binçavkirin wiha ne: Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden, endamê SES’ê Ramazan Taş, Sekreterê Giştî yê TUM BEL-SEN’ê Yilmaz Yildirimci, Endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî ya TUM BEL-SEN’ê Adem Kaya, Serokê Lîjneya Venihêrtina TUM BEL-SEN’ê Yusuf Guler, rêveberê yê HDP’ê ya Bajêr a Enqereyê Bahadir Demîrcan, Hevserokê HDP’a Yenîmahalle yê berê Mahabat Akin, Rêveberê HDP’a Çankayê yê berê Davut Çalişir, endama lijneya rêveberê HDP’ê yê berê Tansûnûr Şengul, endamên HDP’ê Haydar Ustundag, Zekî Işil,  Lezgîn Kutup, Aydın Keleş û Îbrahîm Onat.