'Di rêveberiyên herêmî de em ê têkoşîna xwe mezin bikin' 2018-11-27 11:48:10   WAN - Komîsyona Hilbijartinê ya Wnaê, ji bo hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an bang li jinan kir ku bibin îrade û wiha got: "Werin em bi hev re li dijî hişmendiya baviksalar berxwedana xwe mezin bikin."   Komîsyona Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an civîn bi çapemeniyê re kir. Di civîna ku hat kirin de li gel Komîsyona Hilbijartinê ya Jinan  Tevgera Jinên Azad( TJA), Dayikên Aştiyê, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  û gelek jin tevli bûn. Hevseroka DBP'ê  Aynur Tarhan derbarê serlêdanên namzedan de bang li jinan kir û wiha  got: "Me berê bi anîna pergala hevserokatiyê wekî îradeya herêmî nûnertiya bajarê xwe kir. Ji bo ku em destkefityên jinan ên ji aliyê qeyûm ve hatin desteserkirin  em bang li jinan dikn û dibêjin ku werin em li dijî hişmendiya baviksalar a têkoşîna xwe mezin bikin."   'Em ê qeyûman ji bajarê xwe derxînin'   Piştre Hevseroka HDP'ê Yadîşen Karabulak axivî û wê jî ev tişt got: "Di serî de ez Hevseroka KCD'ê û parlamenetara HDP'ê ya Colemêrgê ku li dijî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan di roja 20'emîn de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dike silav dikim. Ez bang li jinan dikim ku ji bo em qeyûm ji barê xwe derxînin tevli têkoşînê bibin."