Li dîwarên Silêmanî wêneyên jinan hat xêzkirin 2018-11-27 08:45:23   SILÊMANÎ - Dîwarên bajarê Silêmanî bi wêneyên cûr bi cûr yên jinan hatine xemilandin. Şêwekarên bajêr ji bo balê bikişînin li ser pîroziya jin û ji şîdeta li ser jinê re bêjin, ‘NA’ wêneyên jinan xêz kirine.   Dîwarên bajarê Silêmanî bi wêneyên cûr bi cûr yên jinan hatiye xemilandin. Li gel gelek wêneyên kesayetên navdar ên jin hemû parçeyên Kurdistanê, wêneyên jinan jî li her aliyekî bajêr û bi taybet jî li ser dîwaran hatine xêzkirin. Şêwekaran wêneyên jinên navdar, wêneyên jinan ên balê dikişînin li ser şîdeta li dijî jinê, xêz kirine.     Li ser dîwaran ne tenê êşên jinan di heman demê de jinên serkeftî û çanda Kurd bi cil û bergên gelerî jî hene. Bi taybet dema mirov dikeve Silêmanî li ser dîwarên Taslûceyê jî ev wêne hene.   Di nava van tabloyan de wêneyên jinên Kurd ên navdar hene. Ji vane wêneyê Hepsexanî Neqîb, Nahîde Sofî û Rewşen Bedirxan hene.