Divê neyê jibîrkirin ku 25'ê Mijdarê ne roja şînê roja têkoşînê ye 2018-11-26 11:46:41   Sîbel Ozalp   STENBOL - Du heta êvarê û bi şev jî jinan, rola ku mêran li wan ferz kir careke din sere û bin kirin. Bi berxwedana ku li dijî guleyên plastî û bombeyên gazê hat dayîn, jinan diyar kir ku tehamûla wan li djî dagirkirina qadên wan ên jiyanê nemaye.   Duh 58'emîn salvgera qetilkirina, Patrîa, Mînerva û Marîa yên xuşkên mîrabal bû. Ev dîroka 25'ê Mijdarê 58 sal e ku ne wekî şîn wekî roja berxwedanê û têkoşîna li dijî tundiya li jinê tê bibîranîn. Ji çar hêlên cîhanê jin li dijî tundiya ku wekî qedera wan e li wan tê ferzkirin serî radikin. Li Stenbolê jî her sal di vê çarçovyeyê de li stenbolê bi navê "Meşa mor" meş tê lidarxistin. Lê li dijî vê meşa ku vê salê hat lidarxistin tundiya mêr- dewletê jî li qada Taksîmê xwe da nîşandan.  Ne xuşkên Mîrabal yên ku cara yekê bi tundiyê re rûbirû mabûn û ne jî niha di dema ku em vê nivîsê dinivîsin de jinên li malan li kolanan rastî tundiyê tên jinên dawî ku bi tundiyê re rûbirû dimînin e.    Lê tiştekî ku hatibû jibîrkirin hebû ku ew jî carekedin êrîşê berxwedana jinê hatibû kirin. Lê jinên ku li dijî van êrîşan qad neterikandin, carekedin li dijî tundiyê berxwedan hilbijartibûn. Jinan bi saetan li kolan û li nava kuçeyan li dijî van êrîşên deweta baviksalar li ber xwe dan.   Em ne ji bo kêfê hatine vir   Polîsên jin ku derketin hemberî jinên dowîzên bi nivîsa "Em delîlê Mîrabalan e"  wekî ku ji bîr kiribin "parçeyek ji van delîlan e" gotin "Em hîvîdar in ku hûnê ne meşin, wê demê em ê ji dewerê derkevin û wê mêrên me bikevin dewrê."    Hin jinên ku tevli meşê bûn û bi polsan re diyalog danîn ji wan re hat gotin ku mafê herî demokratîk girêdayî "Destûra walî ye" û "em destûrê nadin ku hûn bimeşin" amîrê polîsan jî got, "hun dikarin têra xwe kêfê bikin û govendê bigirin."  Jinên ku bi daxwaza meşê ketibûn rê jî ji amîr re gotin,"Em nehatin kêfê."   'Ji arîn hata Sîbelan'   Jinên bi biryar li dijî pergala mîlîtarîst a mêr, li gel êrîşa duyemîn xwe gîhandin kolana Mîsê ku rawestegeha wan bû. Jinên ku xwe  gîhandin kolana mîsê dirûşmên "Ji têkoşerên jin ên kurdistanê re silav", "Ji Arîn heta Sîbelan em ber bi serkeftinê ve dimeşin" û " Fîgen Yuksekdag" rûmeta me ye berz kirin.   'Kurteya rojê dowîzên li kolana Taksîmê hatin daliqandin e'   Pêkanînên duh lidijî jinan hatin kirin rastiya ku tundiya mêr ji aliyê dewletê ve tê parastin careke din li ber çavn raxist. Lê rastiyeke din jî ew bû ku berxwedana jinan a ku digotin em ê destûrê nedin êrîşên ku jiyana me bi dawî dikin bû.   Jinên çalakger dema piştî çalakiyê ji Taksîmê derketin dowîzên di destê xwe de li kolanan daliqandin û çalakiya xwe bidawî kirin. Li dû wan jinan serhildana wan daliqandî ma.   Em jinên ku di çapemeniya jinê de dixebitîn jî li dijî kesên ku tundiya li jinê wekî nûçeyek ji rêzê didan rûpelên xw bi kamera û wênekêşên xwe wekî ferdekî vê berxwedanê em ê têkoşîna xwe li qadan berdewam bikin.