ROJEVA 26'Ê MIJDARÊ 2018-11-26 09:00:00   *Jinên Ciwan  kar û xebatên xwe yên salekê nirxandin û diyar kirin ku dê asta xebatên xwe bilindtir bikin.   *Dayika Aştiyê ya Mêrdînê Husnugul Kalkan (52), ji gundê Barman ê girêdayî navçeya Stewra Mêrdînê ye û ji ber cerdevaniyê hatiye li navenda Mêrdînê di nava xizaniyê de dijî û wiha dibêje: "Ez ji bo ku bibêjim li vir im bûm Dayika Aştiyê. Ji bo ku dijmin bizanibe her zilma ku li me dikin vediguhere berxwedanê. Planê wan ê têkbirinê me bêhtir ber bi têkoşînê ve dibe." DÎMEN HEYE   *Wênesaz Ayşe Kapsuz, li forma dîwarên hilweşyayî, wêneyan xêz dike û vediguhere karekterek nû. Ayşeyê bi lêv kir ku dîwar îlhamek nû dide wê û wiha got: “Nêrîna li wî dîwarî û wêneyekî ku mirov dide kenîn, têrî mirovan dike.” DÎMEN HEYE   *Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Wanê ku piştî qeyûm tayîn bû hat girtin, Sevgî Ozdînç bi lêv kir ku bi xebatên du salan meşandin modelek ava kirine û wiha pê de çû: “Van xebatan hinek ne rehet kirin. Cîhanek mêran a afirandibûn hebû. Lê me ev xera kir. Ji ber qeyûman xwest vê tune bike.”   *Feyime Peyan ku çû serdana kurê xwe yê li girtîgeha Tîpa L ya Patnosê wiha vegot: “Girtî bi pêkanîna cilên yek reng re hatine rû hev. Xwarin bi ava tuwaletan tê çêkirin, ava germ nadin wan. Li hember bertekek pir biçûk wek ceza girara bi ava qirêj hatiye çêkirin didin wan.”DÎMEN HEYE   *Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm diyar kir ku ew piştgiriyê didin projeya ‘7 keyayên jin’ a li Manîsayê û bi lêv kir ku polîtîkaya desthilatdariya heyî li holê ye, tecrubeyên Meclîsên Jinan di mekanîzmayên rêveberiyên cuda de dikare bê bikaranîn.DÎMEN HEYE   *Parêzer Fîlîz Olmez a piştî qedexeya Cizîrê rabû ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hat derbkirin û piştre 15 meh ceza lê birîn wiha got: "Ez bi erdê re kaş kirin û xistin wesayîta zirxî. Polîs bi qirika min girt û hewl da min bikuje. Qeyda dîmenê wesayîtê nedan. Vê rewşê baweriya min a bi têkoşîna hiqûqî bi awayekî cidî şikand."DÎMEN HEYE