Polisan li Stenbolê êrîşî meşa jinan a şevê kir 2018-11-25 19:14:19   STENBOL - Polîsan êrîşî meşa jinan a 25'ê Mijdarê ku wekî kevneşopiyekê her sal di 25'ê Mijdarê de li dar dixin kir û gelek jin derb kirin. Jinên ku li qadê bendemayîna xwe didomînin bi drûşmên "Em bêdeng namînin" êrîşa polîsan şermezar kirin.     Polîsan êrîşî meşa jinan a 25'ê Mijdarê ku wekî kevneşopiyekê her sal di pêşengiya jinan de ji Qsa Tunelê heta bi Qsa Galatasarayê  di 25'ê Mijdarê di pêşengiya rêxistinên jinan de li dar dixin kir û gelek jin derb kirin.  Jinên ku hatin derbkirin bertek nîşanî êrîşa polîsan dan û bi dirûşmên  "Jin jiyan azadî", "Em bêdeng namînin" û "Leyla Guven mafdare tecrîdê bi dawî bikin" bendemayîna xwe berdewam dikin.     Plîsan ji wesayitên xwe yên zirxî bang li jinan kirin gotin "Çalakiya we dijhiqûqîye" ew ê destûrê nedin û jinan ji bi dirûmên "Em bêdeng namînin natirsin û îtaetê ji we re nakin" bersîv dan polîsan.  Li gel êrîşa polîsan a bi ava şid û gaza îsotê de de Gulîstan Kiliçkoçyîgît jî di nav de gelek jin hatin derbkirin.   Jin bendemayîna xwe berdewam dikin û polîs jî bi masekeyên xwe yên gazê li bendê ye ku carekedin êrîş bike.