Ji bo malbatên jinên ku jiyana xwe ji dest dan banga berxwedanê 2018-11-25 18:07:43   ÎZMÎR - Di daxuyaniya ku ji aliyê Mecilsa Jinan a Îzmîrê ve hat dayîn, ji bo malbatên jinên bi destê mêran dawî li jiyana wan hatiye anîn banga têkoşînê hat kirin.    Navendeke çalakiyên 25'ê Midarê jî Îzmîrê bû.  Meclisa Jinan a Îzmîrê, Konakê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan kom bû, daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku gelek jin tevli bûn de, malbatên jinên ku di encma tundiya mêran de jiyana xwe ji dest  dan jî tevli bûn.  Di daxuyaniyê de pan karta "Em ê kuştina jinan bisekinînin, tundiya baorî û her cureyê tundiyê bisekinînin" hat vekriin.    Daxuyanî ji aliyê Hîlal Susuz ve hat xwendin. Hîlal diyar kir ku jin her roj bi her cureyê tundiyê re rûbirû dimînin  û wiha berdewam kir: "Kuştina jinan ne qedere .Em dibêjin ku ev kuştin dikare bê asteng kirin. Dikare qanûna bi hejmar 6284 bikeve meriyetê. Em ê lidijî tundiya li ser jinan û ji bo ketina meeriyetê ya vê qanûnê hata dawî têkoşîna xwe berdewam bikin."   'Têkoşînê bidomînin'   Xuşka Emîne Demîrcî ya ku ji aliyê Mustafa Demîrcî yê pê re zewicandî ve hat qetilkirin jî  Sevîn Utuk wiha got: "Bersuc tenê 3 mehan gitî ma û piştre hat berdan. Piştî 5 slana ji dadgeha bilind biryar hat û bi têkoşîna me îro kujer bi cezayê heta bi hetayê girtî ye. Bila kesek dest ji tekoşînê bernede. " Bavê Pinar Unluer ku ku ji aliyê Okan Ozparilti ve hat qetilkirin  Zekî Unluer jî diyar kir ku 6 sal in têkoşînê dide û her dema ku jinek tê qetilkirin heman êşê dikişîne."   Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.