Ji bo 25’ê Mijdarê li Qoserê panel hat li darxistin 2018-11-25 17:15:51   MÊRDÎN – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rêxistina Mêrdînê, li avahiya HDP’ê ya navçeya Qoserê bi minasebeta 25’ê Mijdarê panel li dar xist. Piştî panele Meclîsa jinan a HDP’ê ya Qoserê hat avakirin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, li avahiya HDP’ê ya navçeya Qoserê bi minasebeta 25’ê Mijdarê panel li dar xist. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, Endam û rêvebirên HDP û DBP’ê yên navend û navçeyan û gellek jin tevlî bûn. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay û Endama DBP’ê ya Mêrdînê Semere Kut wek panelist hatin hilbijartin. Di serî de Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay axivî.   'Tacîz û tecawiz ne tesaduf in'   Ebru, anî ziman ku dema tecrîd giran dibe şer, dema şer giran dibe tecrîd giran dibe û wiha got: “Ev herdu jî girêdayî hevdû ne. Tecrîda ku li Îmraliyê giran bûye dema tê Kurdîstanê  dibe şer, komkujî, mirin, hilweşandin, tacîz û tecawiza li dijî jinê. Em dewletan biçûk dibînin. Lê belê divê em wan biçûk nebînin. Ew li dijî têkoşîn û berxwedana me tim êrîş dikin. Li Rojhilata Navîn li dijî jinên êzîdî êrîş tên kirin û di bazaran de tên firotan. Ev êrîşên ku îro tên kirin tesadüf nînin. Tacîz û tecawiz tesadûf nîne. Îro li dijÎ jinê jî tecrÎdekî tê meşandin. Divê êdî azadiyekî tendûristî bê avakirin. Bi taybetî jÎ ji bo me jinan.  Li her qada jiyanê dive ku li dijî me jinan êrêış bên kirin, ji xwe tê kirin jî. Ev ne bi tenê ji bo Kurdistanê her wiha ji bo hemû erdnigariya cihê re ye. Em çiqasî xwe bi rêxistin bikin em ê ew qas li hember êrîşan  bisekinin. Ger ku em nebin yek û tênekoşin em ê nikaribin li heber van êrîşan bisekinin. Gotineke heye ‘Kurdino hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek’ û ev gotin gellek raste. Di têkoşîna jinan de jî ev derbas dibe.” Ebru bal kişand  ser greva birçîbûnê ya Leyal Guven jî û got ku li dora Leyla bibin çeper.   'Koletî bi pêş ket'   Endama DBP’ê ya Mêrdînê Semere Kut di serî de got ku divê ew pêşî wateya 25’ê Mijdarê baş bizanibin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Karên ku jin îro li ser rûyê erdê dikin tiştekî gellek pîroz e. Jin bi xwe jî pîroz e. Dema em behsa şaristaniyan bikin zanist û rengê jinê derdikeve holê. Çiqasî şaristanî pêş ket jinan agir dît, cih û war çêkirin û her wiha  jinan gellek tişt keşf kir. Jinê di warê zanistî de xwe gelek bi pêş xistiye. Piştî mîlyonan salan heta niha jinan tim di jiyana xwe de tiştên nû dîtin. Jin bi mîlyonan salane ji her alî ve têkoşîna jiyanê didin. Piştre jinan qabîle ava kirin û di van qabîleyande bûn xwedî biryar bûn. Jin ji bo ewlehî, xwedîkirin û parastina xwe di qabîleyan de biryara didan. Mînak çandinî jinan li Mezopotamyayê derxist pêş. Piştre netew dewlet çixwasî berfireh bû, civak ew qas ket bin xeteriyê. Di netew dewletbûnê de koletî derket holê û pêşket.”   Semere, di dawiya axaftina xwe de got ku dîroka xweşkên Mîrabal dîrokeke gellek grînge û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xweşkên Mîrabal li hember zayendperestiyê tim li ber xwedan. Ji ber berxwedana wan zihniyeta zayend perest ew bi awayekî hovane kuşt. Piştî wê demê şoraşa jinê hate nivîsandin û têkoşîna wan di dîrokê de hate nivîsandin. Lewra jî 25’ê Mijdarê bû roja tundiya li hember jinê. Jinên Mîrabel berxwedan û ev roj jî mirasa wan e. Ji wê rojê şûn de têşokîn û berxwedana  jinê mezin tir bû. Lê îro zihniyeta zayendperestiyê dest daniye ser destkeftiyên jinan. Divê em van destkeftiyên jinan bi xwedana xwe carekedin paşve bigirin. Ez di kesayeta heval Sara, Pakîze û tevahî jinên ku di vî têkoşînê de berxwedane bi bîr tînim. Ez keda wan pîroz dikim û em soz didin ku têkoşîna wan a ku nîvco maye em ê bidin berdewamkirin.”