Kongreya Meclisa Ciwanên HDP'ê bi govendê bi dawî bû 2018-11-25 17:03:50   AMED - Kongreya Asayî ya 2’emîn a Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi şîara ‘Xwe birêxistin bike, azad bibe û mêtingeriyê parçe bike’ li Amedê li dar xist, îro bi govendê bi dawî bû.   Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi dirûşma ‘Xwe birêxistin bike, azad bibe û mêtingeriyê parçe bike’ li Eywana Kongre û Konferansê ya Geterler a li Amedê Kongreya Asayî ya 2’emîn li dar xist.   'Dê ciwan tecîrdê bişkînin'   Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan peyam ji kongreyê re şandin. Di peyamê wan de ev tişt hatin diyarkirin: “Di vê pêvajoya dijwar de, pêkanîna kongreyê cesaretekî mezin e. Em hêvîdar in ev kongre ji bo ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê bibe destpêka pêvajoyeke nû. Em hêvîdar in ku ev berxwedan û têkoşîn ew ê tecrîda li ser rêzdar Ocalan bişkîne.”   'Kongeryea ciwanan girîng e'   Înîsîyatîfa Ciwanan a Rojhilata Navîn jî peyamek ji kongreyê re şand. Di peyamê de ev tişt hatin diyarkirin: “Em Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP’ê pîroz dikin. Di vê pêvajoyê de li Rojhilata Navîn krîzeke mezin heye û di vê krîzê de lidarxistina kongreya ciwanan gelekî girîng e. Ciwan li ser bingeha Modernîteya Demokratîk xwe birêxistin dikin û hewl didin van krîzan çareser bikin. Em dizanin ku rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandoreke mezin e. Em careke din ciwanan pîroz dikin û hêvîdar in ku kongre ew ê bi ser bikeve.”   Piştî xwendina peyaman ji bo Desteya Rêveberiyê Buşra Kûyûn, Narîn Donmez, Ûmît Akbiyik, Ramazan Toktaşer, Şevîn Saribûlak, Sevîm Akdag, Sûltan Taş, Cengîz Fîdan, Nûrûllah Ozgun, Esra Keskîn û Ridvan Ozturk hatin hilbijartin. Desteya Rêvebir ew ê piştî civîna xwe Hevberdevkên xwe hilbijêre.   Kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi govendanê bi dawî bû.