Werin em bi vîna jina azad dagirkeriyê hilweşînin û dawî li tundiyê bînin 2018-11-25 16:26:42   HESEKÊ - Bi boneya 25' Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta Li Ser Jinê jinên Kantona Hesekê meşek girseyî li dar xistin.   Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê, jinên kantona Hesekê Serêkaniyê,Til Temir, Hesekê, Dirbêsiyê û Zurgan li gundê Esfûriyê ya girêdayî bajarê Til Temirê meşek li dar xistin. Meşvanan alên Kongreya Star, TEV-DEM û pankarta 'şideta li dijî jinê windakirina exlaq e 'hildan. Meş li gundê Esfûriyê ya girêdayî bajarê Til Temirê dest pê kir û Statiyoma Fotbolê ya gundê Til Nesrî veguherî mitîngê.   Piştî deqeyek rêzgirtin,  axaftin hatin kirin, di axaftinê de bal kişandin ser girîngiya jinê ya di nava civakê de û wiha hat gotin:" Heta ku jin ne azad be mirov nikare behsa civakek azad bike. Jin hedef tên girtin û tê xwestin ku civakek kole bê avakirin. Bi rihê jina azad em ê hemû jinên ku rastî tundiyê tên azad bikin û em bang dikin ku hemû jin xwedî li mafê xwe derkevin. Wekheviya gelan bi hezkirin û edaleta jinê  pêş ket. Îro jî em bawer in ku şoreşa Rojava ya ku bi pêşengtiya jinê dest pê kir ew ê bi azadiya hemû jinên bakurê Sûriyeyê bi ser bikeve."   Meş bi durûşma 'Jin jiyan azadî' bi dawî bû.