DÎSA-DER’ê operasyonên li dijî mamosteyên kurdî şermezar kirin 2018-11-25 12:46:35   WAN-Di dema operasyonên siyasî de di nav de hevserokê Komeleya DÎSA-DER’ê jî heyî gelek rêvebir û endamên DÎSA -DER'ê hatin binçavkirin. Komeleya DÎSA-DER’ê bi daxuyaniyekê nivîskî binçavkirin şermezar kirin.    Duh li gelek deverên Tirkiyeyê bi ser malan de hat girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Hevserokên DÎSA-DER’ê  Naîm Ozden  rêvebir Dîlber Akin û mamsteyên komeleyê Mizgîn Denîz, Şevket Acar, Celal Soguk  ji di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Komeleya Lêkolîna Ziman, Çand û Hunerê (DÎSA-DER) bi daxuyaniyeke nivîskî operasyona li dijî endamên xwwe şermezar.    Daxuyaniya ku hatiye weşandin de wiha hat gotin:” Duh êrşî endamên Komeleya me DÎSA DER’ê ku li ser zimanê kurdî xebatên xwe didomîne hat kirin ev  nîşaneya helwesta dewletê ya li hemberî zimanê kurdî ye. Ev binçavkirin nîşan dide ku tehemula dewletê ne ji zimanê kurdî re heye ne jî ji çand û edebiyata kurdî re. Binçavkirina mamoste û rêveberên komeleya ku nû hatiye avakirin, dide nîşan ku ev yek ji bêtehemuliyê wêdetir dijminahiyeke aşkera ye. Komeleya DÎSA DER’ê nû hatiye avakirin, lê belê mamoste û rêveberên wê rastî girtin û binçavkirinê tên. Dewlet  her cure astengî derdixe pêşiya xebatên komeleya me û mamoste û xebatkarên wê dixe binçavan. “   Di dawiya daxuyaniyê de operasyonên li dijî DÎSA-DER’ê şermezarkirin û wiha got:”Bi vê boneyê em van êrîşên li ser zimanê kurdî û binçavkirina rêveber û mamosteyên saziya zimanê kurdî şermezar dikin û dixwazin di zûtirîn demê de hevalên me bêne berdan. “