'Gund bingeha çand û hunerê ye' 2018-11-25 11:11:50   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Jina bi navê Fatima Hiso behda jiyana li gundan kir û da zanîn ku gund dibistan e û wiha got:"Gund bingeha çand û hunerê ye."   Jiyan û çanda ku li gundan tê jiyîn heta roja îro jî gelek tişt bi xwe re aniye. Jina bi navê Fatima Hiso ya 80 salî û li Gundê Dawdiya Bajarê Til Temir a Kantona Hesekê dimîne da zanîn ku ew ji parastina çanda li gundan gelek hez dike û wiha got:"Xwedîderketina çanda li gundan ji bo siberojê gelek girîng e. Divê em çanda li gundan bigihêjînin nifşên din jî."   'Li gund em hînî gelek tiştî bûn'   Fatimayê wiha got:"Li gund em hînî gelek tiştî bûn. Jiyana li gund ji ber kêmderfetiyan hem dijwar e hem jî xweş e. Berê ji bo avê em bi qantiran di rêyên dirêj de diçûn da ku em alavên ku pêdiviya me pê heye bînin. Her wiha me karê çandiniyê jî dikir. Em diwestiyan lê em bextewar bûn. Niha jî em di hawanê de genimê xwe dikutin ji bo pêdiviyên xwe yên rojane."   'Divê em çanda li gundan bigihêjînin nifşên din jî'   Fatimayê herî dawî wiha got:"Gund bingeha çand û hunerê ye. Xwedîderketina çanda li gundan ji bo siberojê gelek girîng e. Divê em çanda li gundan bigihêjînin nifşên din jî."