Dê jinê tundiya bi hezar salan bi dawî bike 2018-11-25 10:51:15   Lîlav Elî    ŞEHBA - Jinên Herêma Efrînê bi munasebeta 25 Mijdarê axivîn û gotin:"Em ê jin bi piştevaniyek xurt tundiya bi hezar salan bi dawî bikin."   Jinên Efrînê di derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê diyar kirin ku li dijî tundiyê ew ê her li qadan bin û gotin:"Heta ku em bi ser bikevin em ê têkoşîna xwe bidomînin û dawî li tundiya li ser jinê bînin."   Jina bi navê Xedîce Elo got:"Li dijî tundiyê serîhildan dê her a jinê be. Bi hezaran Jinên Efrînê û Şehbayê li dijî tundiyê dadikevin qadan. Em ê wekî jin tu carî bêdeng nemînin. Em ê çalakiyên xwe bidomînin. Tundiya ku li jinê tê kirin di heman demê de li civakê jî tê kirin. Loma divê civak her dem li dijî tundiya li ser jinê derkeve."   'Divê hemû jin li dijî tundiyê rabin û bibin yek'    Mewlîde Yisêf bang li hemû jinan kir ku qada vala nehêle û wiha got:"Jinên Efrînê di bin hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê de bi tundiyên mezin rû bi rû man. Di şexsê jinên Efrînê de zilm li hemû jinan hat kirin. Divê hemû jin li dijî tundiyê rabin û bibin yek."   'Em ê qet dev ji têkoşîna xwe bernedin'   Gulistan Cefo da zanîn ku divê jin tu carî li dijî tundiyê serî netewîne û wiha got:"Fikrên Rêber Apo jiyana jinê ronî kir. Jina ku li dijî tundiyê rû bi rû dimîne dema ku xwe li gor felsefeya Rêber Apo bi rêxistin bike dê bikaribe ku xwe ji tundiyê biparêze. Dagirker bi taybet dixwazin îradeya jinên Kurd bişkîne lê ew ê tu carî nikaribin vê yekê pêk bînin. Em ê qet dev ji têkoşîna xwe bernedin."   'Divê em her dem xwe biparêzin û têbikoşin'   Her wiha Endama Komîteya Çalakiyê ya Kongereya Star Newroz Heşêm got:"Bi hezaran jin ji bo parastina mafên xwe derdikevin qadan. Li dijî tundiyê bersivek mezin e ev. Heta ku dawî li tundiyê bê û Rêber Apo azad bibe em ê her li qadan bin. Divê em her dem xwe biparêzin û têbikoşin."