‘Wezareta Dadê rewşa 127 girtiyên nexweş di 20 rojan de lêkolîn kir’ 2018-11-25 09:04:02   Dîlan Babat   ENQERE - Endama MYK ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen diyar kir ku rapora di du salan de der barê 127 girtiyên nexweş de amade kiribû şandine Wezareta Dadê û wezaretê di 20 rojan de bersiva ‘lêkolînên pêwist hatiye kirin’ da. Nurayê bi lêv kir ku çawa dibe di 20 rojan de derbarê 127 girtiyên nexweş de lêkolîn hatiye kirin?   Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen der barê binpêkirinên mafan ên pêvajoya dawî de agahî da.   ‘Di pêkanîna kotayê de 2 kazak û 7 pirtûk’   Nurayê destnîşan kir ku herî dawî ji girtîgeha Tarsusê surgun hatine kirin û ev surgun bêyî agahî bidin malbatan pêk hatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet pirsgirêkên pirtûkan, nedayîna xwarinan, nedayîna xwarinên diyetê didome. Alavên makîneya qehweyê, radyo, çetel, kevçî û meqesa birûyan a berê ji kantînê girtibûn jê hatine girtin. Serê kesî kotaya pirtûkan a 7 heban hatiye danîn. Her wiha kotaya du kazakan hatiye danîn.”   ‘Li girtîgeha pirsgirêk zêde dibin’   Nurayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku hevalên surgunê girtîgeha Bunyanê hatine kirin ji bilî alavê wan ên pêwist tiştek nedanê û wiha pê de çû: “Gelo hewce bi tiştek wisa heye. Berê ji bo girtiyên mêr yên biribûn Qeyseriyê ev pêkanîn kiribûn. Dibêjin ‘di 15 deqeyan de xwe amade bikin’. Girtiyên ji girtîgeha Tarsusê surgun kirine jî rastî pêkanînên bi vî rengî hatine. Têkiliya wan ji hev didin qutkirin. Der barê surgunan de tu agahî jî nadin malbatan. Ligel sewqkirinan di dermankirina girtiyan de jî ev pêkanîn pêk tê. Gelo nexweşan dibin nexweşxaneyê? An jî dermankirina wan tê kirin? Ji rewşên wisa agahiya malbatan çê nabin.”   ‘Di rapora 2 salan de di 20 rojan de agahî dan’   Nurayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rapora der barê girtiyan de amade kirine û wiha got: “Di raporên ji aliyê nexweşxaneyên Herêma Anatolya Navîn hatiye dayîn de me ev rewş ji her kesî re ragihand. Me rapor ragihandin wezareta tenduristî, dadê û komîsyona meclîsa mafê mirovan. Me rapora di 2 salan de amade kir, wezaretê di 20 rojan de bersiva vê da.”   Nurayê bal kişand ser rewşa Sîsê Bîngol a 85 salî ku 2 sal e di girtîgehê de ye û nexweş e û wiha got: “Girtina jineke di vî temenî de wijdana me ne rehet dike. Derdor û zarokên bi zor nas dike. Ji jiyanê hêviya xwe biriye. Herî dawî dihat payîn ku bê berdan lê dîsa hat girtin. Divê meclîs di vî alî de pêngavan bavêje. Ji ber li holê pirsgirêkek mezin heye.”