Sala 2018'an bû sala mezinkirina rêxistina jinê! 2018-11-25 09:02:53   Rojda seyidxan   QAMIŞLO - Rêvebera Mala Jinê îlham Omer û Endama Dîplomasiyê ya Kongreya Star Nejbîr Teyar li dijî tundiya li ser jinê di salekê de asta  rêxistinkirina xwe nirxand.   Rêvebira Mala Jinê ya Kantona Cizîrê îlham Omer diyar kir ku dema jin zihniyeta xwe rizgar bike, dikare xwe azad bike. Her wiha endama Têkiliyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star Nejbîr Teyar jî wiha got: "Jinê hêza xwe di artêşê de û di rêvebertiyê de zêde kir."     Rêvebira Mala Jinê  ya Herêma Cizîrê Îlham Omer wiha  des bi axatina xwe kir: "Ji destpêka Şoreşê heta vê salê, gelek pêşketin bi jinê re çêbû.  Ev pêşketin bi taybetî di warê parastina mafê xwe de gelek zêde bû. Jinan ji hemû aliyan ve di vê salê de rexistinbûna xwe mezin kirin. Herwiha pêşketina jinê di milê siyasî, leşkerî, aborî, civakî û qanûnî de gihaye asteke girîng. Dema ku jin zihniyeta xwe biguher û xwe  pêş bixe wê karibe xwe azad jî bike. Di van herdu salan de jinan gelek perwerde dîtin û encamên  girîng jê girtin."   'Em tundiya li ser jinê şermezar dikin'   Herwiha endama Dîplomasiya Kongireya Star Nejbîr Teyar jî wiha dest bi axatina xwe kir: "Di destpêkê de em tundiya li ser jinê şermezar dikin û em piştigirya xwe ji  hemû jinan re radigihînin, ji bo xwedî li mafê xwe derkevin. Jin bi  hemû hêza xwe xwe diparêze û xwe rêve dibe. Di milê pêşketina rêxistinî de pir tişt hatin çareserkirin û jinan rêxistina xwe mezin kir."   'Kongreya Star li gorî pêdiviyan xwe diguhere'   Nejbîrê axaftina xwe berdewam kir û got:"Konferans hatin li derxistin, disîstemê de hinekî guhertin  hat çêkirin. Kongireya Star Koordînasyona xwe berfireh kir li gorî pêdiviyên xwe. Kongireya Star ji aliyê civakê ve heta astekê hatiye naskirin. Herwiha tundiya li ser jinê jî hîn berdewame bi hemû rengên xwe."   Nejbîrê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku hemû kar û xebatê di vê salê de hatiye meşandin de wê jî heta astekê cihê xwe tê de girtiye.