Têkoşîna jinên kurd kesên xwestin jinê bê îrade bihêlin matmayî hişt 2018-11-25 09:01:53   Tolîn Muhemed    ŞEHBA - Koordînatora Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê Hêvîn Siuêmen tekez kir ku çawa  jin di civaka xwezayî de bibû pêşeniga civakê û rola xwe di hemû milan de listibû îro bi heman awayî tevî hemû binpêkirinên mafan jina kurd ,carek din jin ji nû de afrandin û rêvebertiya xwe di civakê de dide meşandin.   Di çarçoveya mijara  Rêxistinbûyîn û pêşenigtiya ku Kongreya Star li Herêma Efrînê û piştî koçberiya gel li  Kantona Şehbayê Koordînatora Kongreya star Hêvîn Sulêmen ji Ajansa me re axivî û wiha got: " Ew kesên ku dixwezin îradeya jina azad û desitkeftiyên wê binpê bikin îro li hember tekoşîna jina kurd matmayî mane.”   Hêvîn da zanîn ku Piştî destpêkirina şoreşa rojavayê Kurdistanê ya ku bi şoreşa jinê tê naskirin weke Rêxistina Kongira star rêxistina xwe di hemû qadên jiyanê yên wekî qada siyasî, aborî û civakî de pêk anîne û bûn pêşengên civakê. Hêvîn wiha berdewam kir:" Çawa ku di civaka xwezayî de jin pêşeng bû, rola xwe di hemû milan de list îro bi heman awayî carek din ew jin ji aliyê jinên kurd ve hat afrandin û rêvebertiya xwe di civakê de dide meşandin."   'Kongreya Star ji hemû pirsgirêkan re bû çareserî'   Di berdewamiya axaftina xwe de Hêvîn bi lêv kir ku li Herêma Efrînê  Kongireya Star li ser felsefeya Rêberê PKK’ê  Abdulah Ocelan xebata xwe da meşandin û bû çareseriya hemû pirisgirêkên ku dihatin jiyan û her wiha bi berxwedana xwe gihêşte asta ku pêşengtiya şoreşa di 8 salan de pêk hat bike.  Piştî hemû destkeftiyên ku jinê bi îradeya xwe ya azad bi desit xist ji bo şikandina îradeya jina azad û talankirina berhemên wê hemû dewletên dagirker yên ku bi zihniyeta desithilatdariyê tên rêvbirin êrîşî îradeya jinê kirin."    'Bi hemû hêza xwe êrîşî jinan kirin'   Hêvîn bal kişand ser êrîşên li ser Efrîn û Kobanê jî û wiha dirêjî da axafitna xwe:” Êrîşên ku li ser Efrîn, kobanê û deverên din ên ku li seravayê Kurdistanê tên kirin her tim jinê hedef digirin û bi şidetê re rûbirû dihêlin.  Bi tayîbetî li Herêma Efrînê  piştî ku  dewleta tirk Efrînê dagir kir ,ji bo îradeya jinên Efrînê bişkîne bi hemû cûreyên hovîtiyê êrîşî jinan dike. Lê belê tevî hemû êrîşên ku li ser jinê hatin kirin jî  jinên rojavayê Kurdistanê - Bakûrê Sûriyê carek din pêşenigtî kirin û di hemû qadan de rêxistinbûna xwe berdewam dikin. ”   'Têkoşîn li Şehbayê didome'   Di dirêjiya gotinên xwe de Hêvîn diyar kir ku piştî berxwedana serdemê ya 58 rojan li hember dewleta tirk  û çeteyên OSO'yê bi darê zorê gel ji Efrînê hat derxistin  û niha Kongira star tekoşîna xwe li Şehbayê berdewam dike. Jinê îsbat kir ku îradeya azad ya li ser felsefeya Rêber Apo tê meşandin tu caran nayê şikandin.”   Hêvîn wiha dawî li axaftina xwe aqnî:”Li Kantona Şehbayê tevî zehmetiyan û kêm derfetiyan bi pêşenigtiya Kongira Star jin xwe bi rêxistin dikin, perwerdeya xwe dibînin û dibin bersîveke herî xurit ji hezên dagirke re.”