'Li dijî tundiya li ser jinê hêza xwe bikin yek' 2018-11-24 17:45:19   QAMIŞLO – Buroya Jinê ya Desteya Niştîmanî ya Erebî bi hevkariya Heyva Sor a Kurd bi minasebeta 25’ê Mijdarê çalakî li dar xist.     Di çarçoviya çalkiyên 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê Buroya Jinê ya Desteya Niştîmanî a Erebî û Heva Sor a Kurd bi dirûşma” Li dijî tundiya li ser jinê hêza xwe bikin yek” li salona Sehara ya bajarê Qamişlo  li tevlibûna hemû saziyên li Kantona Qamişloyê çalakikiyek li dar xist.    Piştî deqeyek rêzgirtinê, axavtin ji aliyê Rêveberiya Buroya JInê ya Desteya Niştîmanî ya Erebî Ebîr Ebûd ve hat kirin, Ebîrê diayr kir ku jina ku ji bo pêşenga şoreşa Rojava bi hezaran jin bi rêxstin kir, wê têkoşînê bidin heta tevahî jinan rizgar  bike. Jin divê xwe rêxstin bikin û li dijî tevahî rengên tundiyê şer bike.   Her wiha helbestvan Meriyem Temir jî di çalakiyê de helbest xwendi. Paşî sînevîzyonek li ser bandora neyînî a tundiyê ji jinan re hat nîşandan.   Di berdewamiya çalakiyê de Rêvebera Buroya jinê ya Desteya Niştîmanî Ebîr Ebûd, endama Yekîtiya Jinên SûriyaN Sebah Şabo, helbestvan Meryem Temir û RêveberA heyva Sor ya Kurd Canda Xelîfê, derbarê tundiya li ser jinê de nirxadin kirin.    Piştre jî Rêxistina Civaka Sivîl listika şanoyê li ser tundiyê pêşkêş kir.    Di dawiya çalakiyê de daxuyanî derbarê  25’ê mijdarê de hat xwendin.