'Di kesayeta Leyla Guvende berxwedana jinên kurd heye' 2018-11-24 17:31:09   WAN - Di panela ku ji aliyê Platforma Jinan a Axtamarayê ya Wanê hat lidarxistin de aktîvîsta TJA'yê Fîngen Aras axivî û wiha got: "Îro di kesayeta Leyla Guven de berxwedana jinên kurd heye. Em wekî jinên Kurd hem li dijî pergalê û hem jî lidijî mêr têkoşînêdidin. Em çalakiya Leyla Guven silav dikin. "    Platforma Jinan a Ahtaramayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de çalakiyên xwe didomîne. Jinan li navenda bajêr belavok belav kirin û ji bo meşa sibê gel vexwendin. Di çarçoveya çalakiyan de li Eywana Platforma Şaxa KESK’ê ya Wanê pêşangeha wêneyan hate vekirin. Piştî pêşangehê panelek hate lidarxistin. Di panelê de axtîvîsta Tevgera Jinên Azd (TJA) Fîgen Aras axivî û bal kişand ser têkoşîna Leyla Guven û têkoşîna jinê.    'Em çalakiya Leya Guven slav dikin'   Fîgen diyar kir ku divê bi civaka çînî re rewşa jinê jî bê nirxandin û wiha got: "Dema ku em dîroka jinê bigirin dest divê ku em pêvajoya siyasî û ya hiqûqî bi hev re bigirin dest. Wê demê divê ku em hêza jinê ya berxwedanê jî  bibînin. Îro di kesayeta Leyla Guven de berxwedana jinên kurd heye. Li gel ku ew jî hatiye tecrîdkirin ji bo ku rastiya tecrîdê derxîne holê dest bi tecrîda bê dem û bê dorveger kiriye. Em berxwedana wê silav dikin."   'Ji jinê re di siyasetê de cih nayê dayîn'   Parlamentera DHP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe jî bal kişand ser cihê jinê yê di siyasetê de  û got ku di syasetê de pergala mêr naxwaze cihê jinê hebe û asteng dike.   Gulîstan Atasoy jî li ser navê jinên KESK'ê diyar kir ku meşandina van xebatan di bin zextên dewletê de girîng e û pergala piştî 24'ê hezîranê ya mêr e.    Parêzer Ekîn Yeter jî bal kişand ser tundiya hiqûqî ya li dijî jinê.    Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.