Di 'Rûniştina F'yê' de hat xwestin ku girtî Nazli Solgî bê berdan 2018-11-24 16:22:47   STENBOL - Di "Çalakiya F'yê" ku di hefteya xwe ya 348'emîn de li gel astengiya polîsan hat lidarixistin de bal hat kişandin ser rewşa girtiya bi navê Nazli Solgî û hat xwestin ku Nazli serbest bê berdna   Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê jî bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş xwest li Qada Galatasarayê çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 348’emîn de pêk bîne, ancax polîsan asteng kir. Li ser vê yekê parêzvanê mafên mirovan li ber avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê da û bal kişandin ser girtiya nexweş Nazli Soglî. Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa Nazli Soglî û got dixwazin wê bi kelepçekirî muayene bikin û ji ber wê nexwestiye paş de wê şandine hepsê. Onaran nameya Soglî parve kir û Soglî di nameya xwe dibêje ku sancoyê wê zehmetiyê didine û xwest ji ber nexweşîna wê saziyên mafê mirovan hewl bidin ku cezayê wê bê taloqkirin.    Hatîce diyar kir ku ew daxwaz dikin hemû astengiyên li pêşiya dermankirina girtiyên nexweş bê rakirin û bang li rayedaran kir ku di vê mijarê de gav biavêjin û girtiyên nexweş demildest bên berdan.