Parêzerên Efrînê bi daxuyaniyekê şideta li ser jin şermezar kirin 2018-11-24 15:13:16   ŞEHBA- Bi minasebeta  25'ê Mijdarê, Jinên Parêzer yên Herêma Efrînê bi daxuyaniyek ji raya giştî re ku dan li Kampa Berxwedanê ya li Kantona Şehbayê şideta li ser jinan şermezar kirin.   Bi minasebeta  25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jin a Cîhanê, Jinên Parêzer yên Herêma Efrînê bi daxuyaniyek ji raya giştî re li Kampa Berxwedanê ya li Kantona Şehbayê şideta li ser jinan bi daxuyaniyeke ku dan şermezar kirin. Di daxuyaniya hat dayîn de  hemû Parêzerên Herêma Efrînê amade bûn.    Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclîsa Dada Civakî Rojîn Şêxo ve hat xwendin de wiha hat gotin:" “ Li gel ku 25'ê  Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jin a Cîhanê ji aliyê  Dewletên Navneteweyî ve hat diyarkirin diyarin,  îro li wan dewletan  tundiya li ser jin bêyî ku di warê hiqûqî de hesap ji wan bê pirsin  her ku diçe zêde dibe.”   'Em hemû cureyên tundiya li ser jinê şermezar dikin'   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha gotin:”Rojane jin rastî,revandin,darliqandin û tecawizê tên û heta roja me ya îro bi hezaran jin di zîndanên ne diyar de ne. Li hember vê bêhqûqiyê Rêxistinên Mafên Mirovan û Dewletên Yekbûyî lêpirsîna xwe nakin. Her wiha bi sedan jin li Kantona Efrînê jiyaneke wan a ewle hebû lê niha ji aliyê Dewleta tirk û komên girêdayî wê ve ev jin ratî tundiyê tên. Hemû hêzên navneteweyî û saziyên mafên mirova ji dijî vê bêhiqûqiyê bêdengiya xwe diparêzin. Em weke parêzerên Herêma Efrînê di vê rojê de kiryarên herî hovane yên ku derheqê jinên êzidî,jinên siyasetmedar yên ku li îranê rastî daliqandinê tên û yên ku di zîndana Tirkiyê de rastî kiryarên herî hovane tên bi tundî şermezar dikin.”   Di dawiya daxuyaniyê de biryara berdewamkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ,her wiha ji bo azadiya jinan û parastina mafên wan wê bi tevgera azadiya jin re xwe bighînin hemû jinên ku rastî tundiyê tên û wan rizgar bikin hat dayîn. “