Polîs çek li hevseroka HDP'ê kişand! 2018-11-24 12:51:07   AMED - Li Amedê serê sibehê ji Meclisa Ciwanan a HDP'ê 3 ciwan dema ku ji aliyê polîsan ve dihatin binçavkirin Hevseroka DHP'ê ya Bajarê Amedê Fîlîz Bulttutekî bertek nîşanî polîsn da, polîsên ku xwe li heberî bertekê rangirtin çek li Fîlîz kişandin.   Li Amedê serê sibehê beriya 2'emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3 hatin binçavkirin. Ji ciwanan  Hulya Ertaş a ku serê sibehê dihat avahiya partiyê ji aliyê polîsan ve hat rawestandin û hat binçavkirin. Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Amedê Fîlîz Bultuttekîn a ku bertek nîşanî polîsan da ji aliyê polîsna ve çek lê hat kişandin. Herwiha di ecnama niqaşên di navbera HDP'yî û polîsna de Sevîn Akdag û Berxwedan Yenî jî di nav de bi giştî 3 kes hatin binçavkirin û birin Muduriyeta Amedê ya Polîsan.