DAKAP'ê banga tevlibûna çalakiyên 25'ê Mijdarê li jinan kir 2018-11-24 12:10:33   AMED - Jinan ji bo çalakiya meşa meşaleyê ku wê sibe li dar bixin banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: "Em ê nebin jinên ku ew dixwazin. Em ê bibin jinên berxwedêr ku bi berxwedanê xweşik dibin. Divê her kes hemû qadên jiyanê jinan li dijî tundiyê bi rêxistin bike."   Li Amedê di çarçovya çalakiyên 25'ê Mijdarê de sibe ji kolana Balikçilar ya li Sûrê hat Ofîsa Yenîşehirê wê jin meşa meşaleyî pêk bînin. Ji bo meşa ku wê di pêşengiya Platforma Dîcle Amedê ya Jinan (DAKAP) de bê lidarxisitn  banga tevlibûnê hat kirin.     Rêvebera Bajarê Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Suzan Îşbîlen  ku derbarê mijarê de axivî wiha got: "Li Tirkiyeyê tundiya li jinê her ku diçe zêde dibe. Sedema vê ya bingehîn jî hebûna jinê yali qada civakî ye. Jinan li her derê li dijî tundiyê nerazîbûna xwe anîne ziman. Lê AKP'ê ji sala 2002'yan de jin ji bo xwe kiriye hedef û bi daxuyaniyên ku daye hedef nîşan daye.  Mêr dixwazin bi tundiya li jinê dikin hêza xwe nîşan bidin lê em ê destûrê nedin. Em ê nebin jinên ku ew dixwazin. Em ê bibin jinên berxwedêr ku bi berxwedana xwe xweşik dibin."   'Divê her jin jina li cem xwe birêxistin bike'   Aktîvîsta TJA'yê Rûken Akça jî wiha got: "Divê ku bizanibin em ê neyên bêdengkirin. Her jinek divê li mala xwe, kolana lê û li her derê jina li cem xwe birêxistin bike û tevli çalakya 25'ê Mijdarê bibin."