Dengê jinên li dijî çapemeniya mêr: Jin TV 2018-11-24 09:20:39   NAVENDA NÛÇEYAN- Jin Tv ku pêngavek nû ya çapemeniya jinê ye, ji bo jinan dibe qada têkoşînek nû. Xebatkarên Jin Tv diyar dikin ku wê Jin Tv bibe bersiva pirsa ‘wê reng û zimanê jinê çawa be?’.   Jin Tv di 8’ê Adara 2018’an de hat vekirin û bi vê pêngavê re çapemeniya jinên Kurd hat tacîdarkirin. Hemû xebatkarên Jin Tv ji jinan pêk tên û li Hollandayê weşandê dike. Li dijî zayendperestiya di çapemeniyê de, hedefa wan polîtîkaya weşana alternatîf e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Herêma Federal a Kurdistan, li Ewropa û Tirkiyeyê jî rojnamegerên wan hene û bi zimanê Kurdî;  Kurmancî, Soranî, Kirmackî û îngîlîzî û Erebî weşandê dike. Jin TV ku pir rengî û pir dengiyê esas digire di 30’ê Hezîranê de derbasî weşana xwe ya normal bû. Di saetên ku jin li malê ne de jî bername tên weşandin.   ‘Zimanê çapemeniya jinê bûye mînak’   Pêşkêşvana Kurdî a Jin Tv Ruşen Rangîn balkişand ser zimanê zayendperest yê di çapemeniyê de û got ev ne tenê li hember jinê li hember hemû zarok û civakê ye jî wiha got: “Di civakê de herî zêde jin tên binpêkirin. Ev zimanê şîdetê li dijî jinan tê bikaranîn. Zimanê tê bikaranîn jinê wek alav nîşan dide an jî bêçare. Heta carna dibêjin jin vê heq jî dikin. Li dijî vê çapemeniya azad û alternatîf zimanekî cuda derxist holê. Çapemeniya jinê ji çapemeniya azad ne cudatire. Ji bo jin bên dîtin xebatek mezin meşandine.”   Ruşenê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser ajansa jinan a li cîhanê yekeme JINHA’yê û wiha got: “Armanca JINHA’yê zimanê bê zayend û alternatîf derxe pêş. Ev kevneşopiya JINHA’yê da destpêkirin niha didome. Zimanê ku JINHA’yê bikaranî zimanê zayendperest da lêpirsînkirin. Di jiyana rojane, nûçeyan de, şîrovan de gotinên serdest yên mêr hatin lêpirsînin. Em wek Jin Tv jî ji bo vê hewl didin. Jin Tv wê bibe bersiva reng û zimanê jinê divê çawa be.”   ‘Jin Tv weşana azadiya jinê dike’   Endama Lijneya Piştevaniya Jin Tv Nazan Ustundag balkişand ser têkoşîna jinê ya di çapemeniyê de û wiha got: “Jin wek her qadê di qada çapemeniyê de jî têkoşînek mezin didin. Em çîroka van jinan dibihîzin û mezin dibin. Rojnamegerên şer yên jin, jinên nûçegîhan, jinên edîtor tevî kedek mezin didin nabin rêveber. Lê êdî çend sale vê hildiweşînin. Ji bo vê jî li her derê xwe rêxistin dikin. Jinên ev mîrate girtin Jin TV vekirin. Jinên Jin Tv pêşengên destpêkirina tevgera televîzyonê ne. lêkolînan dikin û li seranserê cîhanê têkiliyan ava dikin. Ez ji ber li Jin Tv me gelek kêfxweşim. Em hemû jinan vexwendiyê Jin Tv dikin.”   Dilşa Osman: Derketina rastiyan bi çapemeniya alternatîf pêkane   Pêşkêşvana Erebî Dilşa Osman jî bi lêv kir ku di dîrokê de rol û mîsyona çapemeniyê girînge û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin jin, zarokan û xwezayê teslîm bigirin. Bi riya çapemeniyê jî hewl didin serê vê bigirin.Rastî ji gel re nayên ragîhandin. Dixwazin dengê çapemeniya alternatîf qût bikin. Em xebatkarên di çapemeniya alternatîf de cih digirin jî xwedî berpirsyariyên mezin in.”    Rojnameger Sakar Abdullah Azîz jî bi lêv kir ku hemû rojnamegerên jin rastî zor û zehmetiyan tên û wiha got: “Jin ewil ji aliyê malbatan ve piştre jî ji aliyê civakê ve tên çewisandin. Rojnamegerî pîşeya ku rastî ji civakê re bê ragîhandinê ye. lê mixabin pêşî li vê tê girtin.Em têdikoşin û dixwazin van ji holê rakin.Em rojnamegerên jin bixwe bawerin. Em xurtin û divê em van astengiyan ji holê rakin.   https://www.youtube.com/watch?v=yKmPkw6jFlA&feature=youtu.be